Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yagiz: Sedema heqareta li dayikên me tê kirin bêdengî ye

Nasir Yagiz têkildarî çalakiya xwe ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi MA’yê re axivî. Yagiz got ku çalakiya wan di ruhî de her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kurd gihandin hev. Yagiz diyar kir ku sedema êrîşên li ser dayikên girtiyan, bêdengiya gele û wiha got: “ Ger îro 15 hevalan dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribe, sedema vê bêdengiya gelê me, ciwanên me ye.”

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 164 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û berxwedana ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, Nasir Yagiz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Alî Ertaş re axivî. Yagiz anî ziman ku çalakiya rojiya mirinê ku bi tevlêbûna 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest pê kir, rexneyeke li dijî bêdengiyê ye.

Nasir Yagiz di serî de bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û ev agahî dan: “Bêhalî, gêjbûn, serêşî, êşa di mîdeyî de û hwd. hene. Her wiha hestiyên min diêşin, laşê min diricife. Ez nikarim xwe li ser milê rastê yan jî milê çepê dirêj bikim. Ji ber ku milê min pûç dibe û ditevize. Bi vî awayî dibe ku hin astengî derkevin. Lê di milê ruhî û moral de tu astengî heta niha çênebûye. Heta niha min 19 kîlo winda kirine.”

Ji bo ku bibe bersiv kete nava lêgerînê

Yagiz diyar kir ku dema ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi çalakiyê kir, ew jî ketiye nava lêgerînan û wiha got: “Sedema komploya li dijî Rêber Apo, hevaltiya kêm bû. Bi çalakiya heval Leyla re, rê li pêşiya min vebû. Dema Amerîkayê biryar li ser 3 hevalên me yên şoreşger da, ez ketim nava lêkolînê. Bi min re pirsên ‘Ez ê çawa rê li pêş vê komploya li hemberî  hevalan tê kirin bigirim?’ çêbûn. Çalakiya birêz Leyla ji bo min bû wekî bangawaziyek. Bi vî awayî rêhevaltiya Heval Sema û Fîkrî Baygeldî hate bîra min. Dema Fîkrî Baygeldî digot Şehît Sema fermandara min e, rêhevaltiya wê di xwe de diyar kir, min jî got ez ê wî ruhî di xwe de ava bikim. Ez jî li ser vê fikrê ketim greva birçîbûnê.”

Yekitiya kurdan a cîhanê

Di berdewamê de jî Yagiz bi lêv kir ku ji roja destpêkê ve li Hewlêrê  serhildaneke bêhempa heye û wiha derbirî: “Di serî de gele Başûr, HDP’î û malbat me ziyaret dikin. Gelê Başûr ji hizban bigire heta gel, di nava serhildaneke bêhempa de ye. Çi dibe bila bibe her çar parçeyên Kurdistanê grêdayî hev in. Vê çalakiyê ruhekî yekitiya neteweyî ava kir. Vê çalakiyê di hêla ruhî de hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li cîhanê kurd gihandin hev. Vê çalakiyê yekitiya kurdan a cîhanê ava kir. Li Xaneqînê, li Hewlêr û Germiyanê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Hevalê Herêm Mahmut îro 69 rojin li Germiyanê di greva birçîbûnê de ye. Vê çalakiyê bi xwe re ruhekî neteweyî jî ava kir. Di dema serdanên gel ên ji bo me de fikr û bîrdoziya Rêber Apo bandorek mezin li ser wan dikir. Lê hikûmeta vir jî mîna ya Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê daniye.”

Bêdengiya PDK’ê ya li dijî çalakiyê

Yagiz got ku derdorên ku wan ziyaret dikin dikevin nava lêgerînekê û ev tişt diyar kir: “Lê astengî û tundiya hikûmeta vir li ser wan heye. Du meh berê komeke parlamenteran çalakiya heval Leyla nirxandin û li meclisê daxuyanî dan. Lê piştre ew dan sekinandin. Mîna hikûmeta Tirkiyeyê, li vir jî hikûmeta Başûr zextan li ser partiyên siyasî dike ku vê çalakiyê neyînin rojevê.”

Berxwedana dayikan

Têkildarî bêdengiya civakê û qada navneteweyî ya li dijî çalakiyê jî Yagiz ev tişt destnîşan kir: “Îro Heval Leyla 177 roj in di greve de ye. Zêdetirî 7 hezar heval li zindanan di grevê de ne. Lê ji ber bêdengiya hikûmet û qada navneteweyî, 15 hevalên me dest bi rojiya mirinê kirin. Zarokên vî gelî li dijî vê bêdengiyê ketine rojiya mirinê. Ya ku hevalên me şandî rojiya mirinê, ev bêdengî bû. Li Gebze, Amed û Êlihê li pêş çavan dayik bi erdê re kaş kirin, bi lêdan û derbkirinê binçav kirin. Îro tu hiş, aqil û can vê heqareta li dayikan hatiye kirin qebûl nake. Sedema vê yekê bêdengiya gel, ciwanên kurd, jinên ciwan ên kurd e. Îro dayikên me li Gebzeyê bi teneya serê xwe bûn. Ev çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan rexneyek herî mezin e. Li dijî min jî rexneyek e. Di 162 rojan de em jî ketin nava kêmasiyan. Em nebûn bersiv.”

Bang li welatên ewropî kir

Herî dawî jî endamê HDP’ê Nasir Yagiz ev tişt anî ziman: “Divê çalakiyên me yên li kolanan tenê bi dayikan bi sînor nemîne. Hêj rewşa hevalên di rojiya mirinê de û yên di greva birçîbûnê xerabtir nebûy, divê bi taybet jî gelê bakurê Kurdistanê, ciwanên kurd û jinên ciwan bi ruhekî fedaî rabin. Dem ne dema ku em tenê li ser telefon û hesabên xwe yên medyaya civakî bi çend gotinan, xwedî derkevin. Divê em li kolanan mil bidin milê dayikan û xwedî li çalakiyên wan derkevin. Em bang li hemû dewletên ewropî jî dikin ku li gorî zagonên xwe tevbigerin. Divê deriyê zindana Îmraliyê vekin. Divê îro rê li pêş şehadeta hevalên me bigirin û gavên pêwîst biavêjin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar