Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Azadiya çapemeniyê nema ye!

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê pîroz kir û bal kişand ser rewşa 166 rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne. ÎRA diyar kir ku tevî zext û zordariyê jî ew di çapemeniya azad de tawîzê nadin

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA), bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew di endeksa azadiya fikir û çapemeniyê de ya cîhanê de, li nava 180 welatan li welatekî ku di rêza 157’an de ye rojnamevaniyê dikin. Însiyatîfê bi bîr xist ku 166 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî û hikumxwar in û bal kişand ser zext û zordariyên li rojnamevan û saziyên çapemeniyê tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel şert û mercên giran ew zanin ku gelek rojnamevan hene yên ji nûçegihaniya bêalî tawîzê nadin û hate destnîşankirin, ew bi kevneşopiya Çapemeniya Azad piştrast in.

Di daxuyaniyê de tişt jî hat gotin: “Bi navê Însiyatîfa Çapemeniya Azad, em careke din radigihînin ku piştgiriyê didin xebatkarên çapemeniya azad ên cihêrengiya Tirkiyeyê weke dewlemendiyê dibînin û rêya demokratîkbûnê ronî dikin. Bi vî ruh û ferasetê, em 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê li xebatkarên medyayê hemûyan pîroz dikin.”

Însiyatîfê li ser binpêkirina mafên rojnamevanan ên mehên çile, sibat, adar û nîsanê aşkere kir.

Li gorî raporê;

“15 rojnamevan hatin binçavkirin

8 rojnamevan hatin girtin

2 rojnamevan ketin ber lêpirsînê

Doz li 7 rojnamevanan hate vekirin

219 rojnamevan hatin darizandin

Li 26 rojnamevanan cezayê pere û girtîgehê hate birîn

Rojnamevanek hate dersînorkirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar