Rojnameger Bariş Polat dema ku ji bo şopandina lêpirsîna der barê malbata Şenyaşar de çûyDadgeha Rihayê, li noqteya polîsan a kontrolê hate binçavkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bariş Polat dema ku dixwest bikeva Dadgeha Rihayê, li noqteya polîsan a kontrolê hate binçavkirin. Hat zanîn ku nûçegihan Polat bi hinceta ku ‘li dadgehê wêne kişandiye’ hatiye binçavkirin.
Rojnameger Polat ji bo şopandina lêpirsîna têkildarî malbata Şenyaşar ên ku beriya hilbijartina 24’ê hezîrana sala 2018’an li Pirsûsê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin, çûbû dadgehê.
Hat zanîn ku polîsan der barê Polat de kar û barê binçavkirinê pêk anîn. RIHA