Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Jeffrey Tirkiye hişyar kir

Herkes li bendê bû ku piştî hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adarê de siyaseta AKP’ê bê guhertin. Lê ji ber ku AKP di vê hilbijartinê de winda kir, stratejiya wê ya li ser qezenckirina hilbijartinan jî têk çû. Niha di halê heyî de ji ber ku AKP windakiriye nikara li herêmê wek mîna berê di qada siyasî de tevbigere. Ev yek jî Tirkiyeyê di navbera hêzên mezin de tengav dike.

Erdogan bi aqilê neo osmanî xwest ku li herêmê xwe bike xwedî hêz û li ser siyaseta Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin. Tirkiye li rexmî endamê NATO’yê bû bi Rûsyayê re dest bi hevaltiyê kir. Ev hevaltiya Tirkiye û Rûsyayê bêguman hem derî ji gelek tiştên nû re vekir hem jî gelek dengeyên heyî xira kir. Lê wek gotinên pêşiyê me jî gotî; “Ev hevaltî ji kê re xêr be wê ji Tirkiyeyê re ne xêr be.”

Di destpêkê de pêwîst e mirov bizanibe ku hevaltiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêş dikeve ji derveyî îradeya wan e jî. Dema mirov şert û mercên siyaseta herêmê û rewşa her du welatan digire ber çavan neçarin ku hevaltiyek bi vî rengî bi hev re bidin meşandin. Ev hevaltiya ku mîna zewaca bi darê zorê dê bi demê re bi wan bide windakirin. Ji ber ku Tirkiye hem dixwaze bi Amerîkayê re û hem jî bi Rûsyayê re “siyatetek stratejîk” bide meşandin. Lê ev her du hêzên ku her yek ji wan pêşengiya blokekî dike dê li gor daxwazê Tirkiyeyê ango li gor daxwazên xwe tevbigerin? Ez bawer im em hemû dizanin ku dema li herêmê berjewendiyên van hêzên mezin dikeve bin metirsiyê kesî nas nakin û ji bo berjewendiyên xwe biparêzin jî her tiştî dikin. Lewma ger heya îro van hêzan ji Tirkiyeyê re dengê xwe bilind nekiribe ev ji ber ku berjewendiyên wan wisa dixwaze ye. Lê Tirkiye jî vê ji xwe re wek serkeftinekê dibîne ku ev serkeftina demkî bi hilbijartinên herêmî re têk çû.

Ji ber ku rêvebiriya Erdogan jî di ferqa vê binketina siyasî de ye piştî hilbijartinên herêmê yekser dest bi serdanên Amerîka û Rûsyayê kirin. Bi serkêşiya mustaşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, wezîrê parastinê Hulusî Akar, şêwirmendê Erdogan Îbrahîm Kalin û gelek diplomatên din ên rêvebiriya Erdogan yekser çûn Amerîka û bi rêveberiya Washingtonê re hin hevdîtinan pêk anîn. Her wiha ev şande bi heman mûnasebetê li Moskovê jî bi rayedarên rûs re rûniştin. Lê di van hevidîtanan de çi hat nîqaşkirin û piştî wê rewşa Tirkiyeyê çawa bû? Mîna hemû di hevdîtinan de dîsa daxwaza Erdogan ji Amerîkayê ew bû ku Amerîka li herêmê piştgiriya kurdan neke, li Amerîkayê dosyayên sûcê Tirkiyeyê yên bûne mijara darizandina Tirkiyeyê bên girtin, Tirkiye ji ambargoya li ser Îranê tê meşandin heya redeyekê mûhaf bê girtin, di siyaseta Sûriyeyê de ji bo Tirkiyeyê axa ku xistiye bin kontrola xwe bikaribe biparêze alîkarî dayîn û di siyaseta welatên ereban de pêşî li Tirkiyeyê vekirin.

Ji ber ku rêvebiriya Erdogan êdî dizane ku li herêmê winda dike van daxwaze dike. Êdî ne Rûsya û ne jî Amerîka naxwaze Tirkiye li herêmê deskeftiyên wan bixe bin xeteriyê. Lewma nûnerê taybet ê Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump ê Sûriyeyê James Jeffrey piştî li bakurê Sûriyeyê bi hin rayedaran re hevdîtin pêk anî û şûn ve serdana Tirkiyeyê kir. Di ajandaya Jeffrey de mijara sereke êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Rojava, hewldanên Tirkiyeyê yên li Idlibê ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê û di siyaseta Sûriyeyê de hevkariya Tirkiyeyê ya bi bloka Rûsyayê re dide meşandin heye. Di van mijaran de Jeffrey rayedarên Tirkiyeyê hişyar kir. Lê aliyê Tirkiyeyê jê li hemberî vê xalên ku me li jor nivîsandibû dubare dike. Lewma mirov dikare bêje ev hevdîtina Jeffrey wê ji gelek pirsên di serê mirov de heye bibe bersiv lê em ji bîr nekin ku ji bo dewletên mezin daxwaza gelên herêmê çi ye zêde ne girîng e. Ji bo wan a girîng ew e ku parastina berjewendiyên wan e. Lewma pêwîst e gelên herêmê bi îradaya xwe ve bikaribin xwe li ser pêyan bigirin û nehêlin ku di vê siyaseta wisa qirêj de bibin qurban.

Di van çend mehên pêşiya me de dê rengê siyaseta Rojhilata Navîn hîn zelaltir bê dîtin. Ji ber êdî şer ne şerê wesayetê ye, şerê dewletan e. Di vî şerî de jî dê dewletên ku li herêmê xwedî îrade ne dengê xwe hîn xurttir bilind bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar