Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

1’ê Gulana 2019’an bûye roja îlankirina pêkanîna hêviyan

Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kes daketin qadan û 1’ê Gulanê Roja Kedkaran Cîhanê ya yekitî, têkoşîn û hevgirtinê pîroz kirin. Di esasê xwe de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi van pîrozbahiyan di bin heman sîwaneyê de têkoşîna hevpar a demokrasî û azadiyê meşandin.

Salên borî wisa dihat qebûlkirin ku Newroz a gelên Kurdistanê ye û 1’ê Gulanê jî ya karker û kedkarên Tirkiyeyê ye. Lê sala 2019’an nîşan da ku ev nêzîkatiyeke ne rast e. Bi salane ji bo sererastkirina vê şaşiyê têkoşîn tê dayîn. Hinek salan ev nêzîkatiya şaş hat sererastkirin bes 1’ê Gulana 2019’an nîşan da ku ev şaşî bi temamî hatiye sererastkirin.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulana li Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr û bajarên din de ev rastî baştir hat dîtin.  Her çiqas pîrozbahî li qadên cûda hatibin lidarxistin jî daxwaz heman daxwaz in.

Di pîrozbahiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de tenê tirkiyeyî nebûn, her wiha kurdistanî jî bi rengê xwe heriqîn qadan. Di pîrozbahiyên li bajarên Kurdistanê de ji bo gelên Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk hatiye xwestin û têkoşîna hevpar a gelan hatiye parastin. Bi vî rengî sekneke hevpar a îradî hatiye nîşandan.

Divê were bibîrxistin ku ev xususiyeteke taybet a sala 2019’an e. Ji ber ku rejima şerê taybet a tirk bi awayekî pergalî hatiye birêxistinkirin û vê polîtîkayê derb xwariye.

Ger bala we kişandibe rejîma şerê taybet a tirk bi polîtîkayên xwe, her tim gelan tîne li hemberî hev. Dema vê yekê pêk tîne trajediyên mezin tên serê gelan. Di komkujiyên ermenî, asûrî-suryanî, rûm û kurd de bi vî rengî tevgeriyan. Ji bo polîtîkayên xwe bi ser bixin ol, mezheb û çandên cuda yên gelan wekî amûr bi kar anîne.

Rejîma şerê taybet a tirk heta niha her tim gelan tîne li hemberî hev, komkujiyan pêk tîne û bi van polîtîkayan li ser pêyan dimîne. Pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2019’an nîşan daye ku êdî ev polîtîka bi binketine û zemanê van polîtîkayan derbas bûye. Kedkar û karkerên kurd, tirk, laz, çerkez, asûrî-suryanî, rum, ereb, misilman, xiristiyan û yên hatine cem hev. Ev roj li gorî wate û ruhê xwe hatiye pîrozkirin û di 1’ê Gulana 2019’an de hatiye îlankirin ku polîtîkayên qirêj ên rejîma şerê taybet a tirk îflas kiriye.

Di dîrokê de armanca îlankirina roja hevpar a karker û kedkaran pêkanîna vê yekê bû. Di 1’ê Gulana 2019’an de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî hemû astengiyan armanca xwe pêk anîn. Hem armanca xwe pêka anîn û hem jî berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û dikeve meha şeşemîn û ev berxwedana ku veguherî rojiya mirinê silav kirin.

Wekî tê zanîn ku parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştre li zindanan, li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarên Ewropayê, li Kanadan û gelek welatên din grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û şehadet çêbûn. Ji ber hesasiyeta raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî û li dijî hemû astengiyan berxwedan gihîşt van rojan.

15 girtiyên jin û mêr ên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsana 2019’an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê kirin û asta berxwedanê bilindtir kirin. Berxwedan di qadên 1’ê Gulana 2019’an de ji aliyê Laçik Spiyan ve hat silavkirin. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peyamên; ‘şikandina tecrîdê’, ‘hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê’, ‘demokratîkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê’ hatine dayîn. Kedkarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber çavê hemû cîhanê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de biryariya xwe ya têkoşînê ragihandin. Em dikarin bibêjin ku di pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2019’an de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo pêşerojê hêvî dan û peyamên xurt ên pêkanîna van hêviyan dan hemû cîhanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar