PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedan di roja 178’emîn de bi israr didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda liser Ocalan didome. Bi vê yekê berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 178’an. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz di roja 165’emîn de û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî 5 roj li pey xwe hişt

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven piştî ku hat berdan, çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. Berxwedana Guven 178 roj li pey xwe hişt.

Bi heman boneyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya Yagiz kete roja 165’an. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûna sala 2016’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan kete roja 140’emîn. Piştî koma yekemîn, di dîrokên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û ev hejmar ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran derbas kir. Berxwedana girtiyan tevî hemû zext û zordariyan jî bi israr didome.

Çalakiyên li başûrê Kurdistanê

Her wiha berxwedana 14 çalakvanên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 139’emîn de ye. Bi heman boneyê li başûrê Kurdistanê gelek kesên din dest bi greva birçîbûnê kir. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok 105 roj li pey xwe hişt û ya welatiyê bi navê Herêm Mehmûd a li Kelar a Germiyanê kete jî kete roja 70’an.

Berxwedana parlamenteran 

Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî li dijî tecrîda li ser Ocalan, li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne. Parlamenter Dag ji 3’yê adarê ve û parlamenter Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.

Çalakiya xwe li malê didomînin

Welatiyên ku li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 118’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 109’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 120’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 51’emîn de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 118’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 67’an de didome.

Rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîdê di 30’ê nîsanê de bi 15 girtiyan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Li gorî daxuyaniya Denîz Kaya, navên kesên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”

Li dijî tecrîdê çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar