Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakvanê di rojiya mirinê de: Faşîzm bi berxwedanê dikare bê şikandin

Ji girtiyên di çalakiya rojiya mirinê de Vedat Ozagar bi nameyekê sedema çalakiya xwe vegot. Ozagar destnîşan kir ku tecrîd sûcekî hovane, bêexlaq û bêrûmet e û wiha domand: “Wijdana me îro li ser me fedekariyê ferz dike. Kes naxwaze qîrîna girtiyên di greva birçîbûnê de bibihîse yan jî xwe li bêdengiyê datînin. Ev tiştekî exlaqî û wijdanî nîne. Ji ber vê ketim rojiya mirinê.”

Li dijî bêdengiya hikûmetê ya li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Yek ji van girtiyan jî Veat Ozagar e. Ozagar ku li Girtîgeha Wanê tê girtin, têkildarî çalakiya xwe nameyek şand. Di nameya xwe de Ozagar bal kişand ser sedema destpêkirina rojiya mirinê.

Vedat Ozagar 26 salî ye û li gundê Tirmaşîn ê Dîgor a Qersê ji dayik bûye. Ozagar ji 17’ê îlona sala 2015’an ve jî girtî ye. Ozagar di nameya xwe de dibêje ku piştî du mehên greva birçîbûnê ketiye rojiya mirinê û wiha didomîne: “Mirov, heyîneke ku hestên cuda lê peyda dibin û bi van hestan dijî. Wijdan jî hesêbgêriya van hestan a heqaniyetê dike. Ger wijdana mirov, ji mirov re bêje ‘temam’ nexwe gihaştiye aramiyê û di rêyeke rast de ye. Wijdana me îro li ser me fedakariyê ferz dike. Ji ber vê em di vê çalakiyê de ne. Ji ber ku em di çalakiyê de ne, kêfxweş in.”

‘Tecrîd sûceke hovane ye’

Di berdewamiya nameyê de jî Ozagar destnîşan kir ku tecrîd sûceke hov, bêexlaq û bêrûmet e û loma jî dixwazin bi dawî bibe. Nameya Ozagar wiha berdewam dike: “Di hedefa vê tecrîdê de hemû kurd û nirxên mirovahiyê hene. Biratî û cînartiya gelên tirk û kurd heye. Yên ku mirov ji xwe dê vê fêm bikin û bixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Min ev yek weke peywirek da ber xwe û ji bo tecrîd bi dawî bibe têdikoşim. Dê bi pêkanîna daxwazên me, aştî bê. Dê bi vê aştiyê bêhna Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn derkeve.”

‘Berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe’

Berdewamiya nameya berxwedêrê di çalakiya rojiya mirinê de Vedat Ozagar wiha ye:

“Ji ber zext û zordariya dewletê, civak bêdeng e. Dewlet dixwaze mirovan bitirsîne û bi vî awayî encam bigire. Lê belê divê bê zanîn ku gelê kurd, gelekî berxwedêr û polîtîk e. Dê vê bêdengiyê bişikîne û dest bi berxwedaneke mezin bike. Divê baş bê zanîn ku faşîzm encax bi berxwedanê dikare bê şikandin. Divê ji xeynî vê kes tiştekî din nefikire.

Niha bi hezaran mirov ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin. Daxwaza hemûyan, daxwaza min e. Kes naxwaze qîrîna wan bibihîse yan jî xwe li nebihîstinê datînin. Ev ne tiştekî exlaqî û wijdanî ye. Ji ber vê ketim rojiya mirinê. Divê ev bêdengî êdî bê şikandin. Armanca me ya sereke ev e. Dê niha jî berxwedan ber bi serkeftinê, teslîmiyet jî ber bi îxanetê ve bibe. Rojên xweş bi berxwedanê pêkan e. Bêyî berxwedanê serkeftin nepêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar