Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Yek ji jinên têkoşer; Ardil Çeşme

Yek jê girtiya ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan ketiye rojiya mirinê Ardil Çeşme ye. Çeşme ku niha di Girtîgehan Tîpa M a Gebzeyê girtiye, di sala 2012’yan de jî bi heman armancî ketibû greva birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Bi heman armancê 15 girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di greva birçîbûnê de bûn, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherandin rojîya mirinê. Yek ji van jî girtiya PAJK’ê Ardil Çeşme ye.

Çeşme ya di sala 1973’yan de li navçeya Lice ya Amedê çavê xwe li dinê vekirî, zaroka 6’an a malbatek ji 8 zarokan e. Bi malbata xwe re piştî erdheja 1975’an û şûn de koçî navenda Amedê kir. Çeşem sala 1980’ê ya dest bi perwerdeyê kir, perwerdeya xwe li Amedê qedand. Çeşme ya her demê ji aliyê derdorê ve bi coş û rûyê ken dihate nasîn, hê di temenê xwe yê zarokatiyê de li ser hevrêtiyê nivîs dinivîsand.

Di qada jinan de xebat meşand

Çeşme ya di sala 1990’an de di baskê ciwanan a HADEP’ê de dest bi xebatê kir, di têkoşîna azadiya jinê de erk girte ser milê xwe û sala 1990’an di avakirina Komeleya Jinan a Welatparêz (YKD) de cih girt û li vir demekê xebatên jinan bi rê ve bir, di sala 1993’yan de jî li qada civakî ya Amedê de tev li xebatan bû. Çeşme ya di gelek qadên jinên ên Tirkiye û Kurdistanê de cih girt, piştre tev li nava refên PKK’ê bû û di nava têkoşînê de aktîv rol lîst.

Cezayê heta hetayê

Çeşme ya sala 1994’an li navenda Amedê bi hevrêyeke xwe re hat girtin û şûn de ji aliyê dadgehê ve bi cezayê heta heta hate cezakirin, destpêkê Amed di nav de sirgûnî Çewlik, Mûş û li gelek girtîgehan hate kirin, herî dawî sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê hate kirin.

Her dem bû parçeyek ji têkoşînê

Çeşme di sala 2012’yan de ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 68 rojan kete greva birçîbûnê û di heman salê de bi hinceta ketiye grevê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê tê kirin. Çeşme piştî 7 salan dîsa bi heman daxwazê di 1’ê Adarê de dikeve grevê û di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherîne rojiya mirinê. Çeşme ya ku her dem bûye parçeyek ji berxwedanê ev 25 sal in li girtîgî ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar