Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakiyên heftane pêk anîn û bal kişandin ser tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyan tê kirin û wiha gotin: “Tundiya li dayikan tê kirin bêhurmetiye. Mudaxeleya polîsan a li dijî dayikan nayê qebûlkirin.”
Dayikên Şemiyê di hefteya 736’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan xwest çalakiyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin lê polîs destûr nedan vê daxwezê. Li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê ya Taksîmê li dar xistin. Polîsan kolana çalakî lê hat lidarxistin dorpêç kirin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin û wêneyên windayan hildan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên di 4’ê gulana 1992’an de binçavan de hatin windakirin pirsîn.
Vê hefteyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Stenbolê Besna Tosun xwend û bi bîr xist ku dayikan di demên herî dijwar ên dîktatoriyên wek rejîma Kenan Evren li ber girtîgehan dengê xwe dan bihîstin lê di vê serdemê de dengê dayikan tê astengkirin û ev tişt anî ziman: “Rejîma Erdogan dengê Dayikên Windayan ên ji bo zarokên xwe winda li Qada Galatasarayê di nava lêgerîna edelatê de ne asteng dike. Dayikek ji bo ku di merasîma lawê xwe yê di Komkujiya Pirsûsê de axiviye, tê girtin. Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne tên îşkencekirin, bi erdê re tên kaşkirin û tên binçavkirin. Li welateke ku dengê dayikên li windayên xwe digerin û dayikên dixwazin bibin dengê zarokên xwe girtî tê astengkirin, mirov nikare behsa edalet û hiqûqê bike.”
Tosun behsa çîroka Husamettîn Yaman û Soner Gul ên xwendekarên zanîngehê di 4’ê gulana 1992’an de binçavan de hatin windakirin kir û got ku 27 sal e edalet pêk nehatiye.
Piştî Tosun birayê Yaman, Feyyaz Yaman axivî û wiha got: “Qada Galatasarayê li daxwaza edalet û hiqûqê hat girtin. Em li erdnîgariyek ku destûrê nadin lêgerîna maf û edaletê diaxivin. Ew her çiqas kolan û qadan li me bigirin jî lê wê lêgerîn û têkoşîna me kêliyekê paş de gav neavêje û heta dawiyê dê dewam bike.”
Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê bi wesîleya 3’ê gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê qurnefilan dan rojnamegerên çalakiya wan şopandin.
Şideta li dayikan tê kirin bêhurmetiye
Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 534’emîn de çalakiya bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û kesên di Komkujiya Dersimê ya 4’ê gulana 1938’an jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Orhan diyar kir ku ji dema derbasbûyî heta îro komkujî û windayan di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girtine û dê têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta windayan derxin holê bidomînin. Orhan anî ziman ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya hat destpêkirin gihîştiye astek xeternak û wiha got: “Dayikên girtiyên zarokên wan di greva birçîbûnê de ji bo piştevaniya zarokên xwe û ji bo zarokên wan bijîn, daxuyanî û çalakiyan li dar dixin. Polîs bi bêperwa mudaxeleyî dayikan dikin. Ev pêkanîna li dijî dayikan bêhurmetî û bêhiqûqî ye. Em tu êrîşa polîsan a fîzîkî ya li dijî dayikan qebûl nakin. Tekane daxwaza dayikan ew e ku zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin.”
Şivan hat windakirin
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin jî çîroka windabûna Ahmet Akbaş ê di sala 1995’an de ji gundê Kayagedîgî yê Çêrmûga Amedê ji bo şivanitiyê çûye navçeya Xozatê ya Dersimê û di serdegirtina gundê Çaytaşî ji aliyê eskeran ve hatiye binçavkirin û carek din agahî jê nehatiye girtin xwend.
‘Rîska mirinê zêde bû’
ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê di hefteya 440’emîn de çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Bila Kujer Bên Dîtin” li dar xist. Hevserokê ÎHD’ê Parêzer Devran Yildiz ewilî axivî û kesên di komkujiya Dersimê ya di 4’ê gulana 1937’an de biryara wê hat girtin û pişt re bûyerên bûn şerma mirovahiyê pêk hatin bibîr xist. Yildiz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Greva birçîbûnê veguherî rojiya mirinê. Rojiya mirinê rîska mirinê zêde kir. Em wek parêzvanên mafên mirovan dixwazin ku daxwaza girtiyan demildest bê qebûlkirin.”
‘Banga dayikan e’
Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî axivî û wiha got: “Yên komkujiyan li ser me pêk anîn îro bi polîtîkayên cuda bi ser me ve tên. Yên ziman û çanda me qedexe kirin û tecrîdê pêk tînin polîtîkayên xwe li ser me didomînin. Ji ber vê yekê em carek din daxwaza xwe dubare dikin û dibêjin bila daxwaz bê qebûlkirin. Ji her mirinek pêk were AKP, Wezareta Dadê û Serokkomar berpirsiyar in. Ev bang tenê ne banga me ye, banga bi hezaran dayikên laçik spî ye ku bi rojane bi laçikên xwe yên spî li ber xwe didin e.”
Çîroka naîf demîr
Serketerê ÎHD’ê Fahrettîn Asutay jî çîroka Naîf Demîr ê di 6’ê adara 1995’an de hat windakirin xwend û got ku Demîr ji aliyê fermandarê leşkeran ve hatiye kuştin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû. STENBOL/ AMED / ÊLIH