Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

82 sal berê Komkujiya Dêrsimê îro dest pê kir

KNK, HDP û FEDA’yê bi boneya 82’yemîn destpêkirina Komkujiya Dêrsimê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hemû qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Hat xwestin ku platformên navneteweyî tiştên ku li Dêrsimê qewimîn weke ‘qirkirin’ qebûl bikin. Her wiha hat gotin ku dê hesaba Komkujiya Dêrsimê bê pirsîn

Îro 82’yemîn salvegera destpêkirina Komkujiya Dêrsimê ye. Bi boneya 82’yemîn salvegera Komkujiya Dêrsimê, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de qurbaniyên di komkujiyê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê destnîşan knir ku 82 sal berê, ji heft mehî heta 70 salî xelkê kurd li Dêrsimê hate qirkirin. KNK’ê diyar kir ku di 4’ê gulana 1937’an de bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta tirk, êrîşeke mezin a leşkerî ku ji bo qirkirinê bû hate kirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Bi hezaran dêrsimî hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn û bi hezaran jî bi darê zorê koçber kirin û di rê de qetil kirin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikûmetê, bi belge hate kirin.”

‘Têkoşîna xwe sist û lawaz nekin’

KNK’ê daxuyand ku ya ku dewleta tirk li Dêrsimê kir, tu dewletan bi serê dijminên xwe yên herî xedar jî ne anîne û wiha dom kir: “Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybet guherandin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj de divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin, hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî de biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin. Divê hesaba jenosîda Dêrsimê ji dijmin bê pirsîn.”

Daxwazên gelê Dêrsimê

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê jî di daxuyaniyê de hemû cangoriyên di komkujiyê de hatine qirkirin bi bîr anî. HDP’ê diyar kir ku di 4’ê gulana sala 1937’an de bi navê ‘Tevgera Tenkîla Tûnceliyê’ Qirkirina Dêrsimê hate destpêkirin û ev tişt parve kirin: “Di sala 1938’an de bi biryara hemû rayedarên dewletê bi deh hezaran gelên Dêrsimê hatin qetilkirin, bi sed hezaran jî ji axa xwe hatin koçberkirin û zarokên keç ji malbatên xwe hatin veqetandin. Gelê Dêrsimê dixwaze ku lêborîn bê xwestin, navê Dêrsimê were îadekirin, gorên Seyît Riza û hevalên wî bên aşkerakirin, gelê Dêrsimê yên ku hatine sirgunkirin divê xisarên wan werin dayîn, aqûbeta zarokên ku ji malbatên xwe hatine veqetandin bên diyarkirin û arşîva Artêşa Giştî ya der barê vê qirkirinê de bê vekirin. Der barê vê qirkirinê de divê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin û bi hevkariya saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan heqîqet were aşkerakirin.”

Gelê Dêrsimê serî netewand

Daxuyaniya FEDA’yê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Piştî qirkirina fîzîkî, Dêrsim her wiha bûye labaratuara qirkirina çandî ye jî. Di nava du salan de zêdetirî 70 hezar mirovên me bi gazên kîmyewî yên Almanyayê û bi balafirên Amerîkayê hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Qirkirin, bi qirkirina çandî dom kir. Berxwedana Dêrsimê bi gotina Seyîd Riza ya; ‘ez heq ji derewên we derneketim û ev ji min re bû derd. Lê min serê xwe li ber we netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd’ hatiye nivîsandin. Divê tiştên li Dêrsimê qewimîn di platformên navneteweyî de weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar