Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê dewleta tirk meşiyan

Li dijî dagirkeriya dewleta û çeteyên wê ya li Efrînê û lêkirina dîwar, li Reqqa, Girê Spî, Hesekê û Tebqayê bi hezaran kes daket qadan. Di çalakiyan de dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin û bang li hêzên navdewletî hat kirin ku ji ber sûcên ku Erdogan û dewleta tirk li Sûriyeyê kirin, wan bidarizînin

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li Reqqa, Girê Spî, Hesekê û Tebqayê bi dehhezaran kes herikî qadan. Di çalakiyan de dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin û hat diyarkirin ku dê heta dawiyê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên Reqqayê li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşiyan. Di meşê de welatiyan nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku divê ji dewleta tirk û çeteyên wê hesab bê xwestin. Welatiyê bi navê Mihemed Xemîs El Mihemed di serî de lêkirina dîwarê dewleta tirk a li Efrînê şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze axa Sûriyeyê parçe bike. Lê artêşeke ji azadîxwazên Sûriyeyê heye ku mudaxaleya dewleta tirk red dike.”

Bang li NY’yê kirin

Mihemed anî ziman ku pergala dewleta tirk a bi serkêşiya Erdogan, pergalekî dîktatorî ye û divê bikeve lîsteya ku azadiyan binpê dike. Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dewleta tirk bêyî cudahî, zarok û jin jî di nav de herkesî dikuje. Ez bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê û civaka navdewletî dikim ku ji ber kiryarên wan ên li Efrînê, hesab ji dewleta tirk bixwaze û ji axa Sûriyeyê derxînin.” Mihemed Fasîh Şihab jî dewleta tirk şermezar kir û got ku dê destûrê nedin ku dewleta tirk Efrînê tev li axa xwe bike. Şihab bi lêv kir ku ew ê heta dawiyê bi HSD’ê re bin.

Li Girê Spî bi pêşengiya ciwanan meş pêk anîn

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Girê Spî bi sedan welatî bi dirûşma ‘Serkeftina Efrînê şikandina tecrîdê ye’ daketin qadan. Di çalakiyê de girseyê dirûşmên ‘Ji dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê re na’ berz kirin. Meş li Çerxerêya El Alem dest pê kir û heta Çerxerêya El Qefes dom kir. Di çalakiyê de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesen Zamil axivî û dagirkeriya dewleta tirk şermezarkir. Zamil bi lêv kir ku weke ciwan ew ji bo rizgarkirina her bihosteke axa Sûriyeyê amade ne.

Bi hezaran kes li Hesekê meşiyan

Li Hesekê bi hezaran kes li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk meşiyan. Welatî li Çerxerêya Sînalkoyê kom bûn û bi al, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa ‘Em ê berxwedanê xurt bikin, dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgar bikin’ û ‘Em bêdengiya navdewletî der barê kiryarên li Efrînê de şermezar dikin’ ber bi Çerxerêya Agirkujiyê ve meşiyan. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Osê axivî û da zanîn ku ji osmaniyan heta niha hovîtiya dewleta tirk a li ser gelê herêmê didome.

Xwestin ku Erdogan bê darizandin

Abdulxenî Osê daxuyand kul dewleta tirk dixwaze temamiya Rojhilata Navîn dagir bike û lê ew dê rê nedin vê dagirkeriyê. Osê daxuyand ku dewleta tirk dixwaze Efrînê tev li axa xwe bike. Ji rêveberên Kongreya Star Celîla Mele Elî jî bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî dadgirkeriya dewleta tirk şermezar kir. Elî wiha bang kir: “Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku erka xwe pêk bîne û nehêle ku dewleta tirk li Efrînê dîwar lê bike. Em bang li sazî û rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan jî dikin ku Erdogan bidarizînin û radestî dadgeha navdewletî bê kirin. Ji ber ku li Sûriyeyê sûcên şer dike.” Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Ciwan dê rê nedin siyaseta dagirkeriyê

Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê jî bi heman boneyê li Navenda Ciwanan a Tebqayê dest bi çalakiyê kir. Çalakî dê 10 rojan berdewam bike. Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan, ala YPJ/YPG û HSD’ê hatin daliqandin. Di çalakiyê de ciwanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ciwan tu carî rê nedin siyasetên li ser axa Sûriyeyê. Ciwanan bang li rejîmê jî kir ku destûrê nede dewleta tirk ku li Efrînê dîwar lê bike. Ciwanan herî dawî jî soza domandina têkoşîna azadî û demokrasiyê dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar