Dayik xweza, ruh, evîn û azweriya her tiştî ye. Çawa ku xwezayê sînga xwe ji her tiştî re vekiriye, dayikê jî bi heman rengî bûye parçeyek a xwezayê û li ber sînga xwe berxwedêr û serhildêrên li dijî zilmê têdikoşin mezin kiriye.
Dayika ku di rehma xwe de zarokê ku bi hêvî û hesreteke mezin bîne dinê, bi evîn û hezkirina xwe di malzaroka xwe de mezin û bi ruh dike. Ji bo zaroka/ê xwe bi welidîne û mezin bike di qonaxeke dûr û dirêj de sîng dide ber her cûre nexweşî û êşan. Dayika ku bi evqas êş û kul zaroka xwe mezin dike, ne mimkûne ku bi hêsanî dev jê berde. Ma gelo xweza ji gul, dar û nebatan qût dibe ku dayik ji zarokan qût bibe…
Îro dibêjin bila xweza ji gul, dar ji kulîlk, kulîlk jî ji bêhna xwe û heta dayik ji zarokên xwe qût bibin. Gelo ev mimkûn e, di xwezaya gerdûnî û mirov de tiştek wiha dibe; ku nebe çima vê dibêjin û dixwazin bikin. Bi hezaran zarokên dayik û bavan ji bo bijîn û bidin jiyîn, çavê wan ketine rêya mirinê. Zarokên ku bi sed êş û belayan ji agir, av û mirinê hatin rizgarkirin, terkî mirinê bêkirin. Ma wê dayike vê ji bo zarokê xwe bike; wê çav li mirina zarokên xwe bigire. Kî/ê vê bixwaze hê rastî serhildana dayikan nehatiye, hê nizane bê ka rehm û girêdana dayikan a bi zarokan re, bê ka çiqasî xurt e.
A balkêş jî ew e ku di welatekê de heta mirov bêje li ser heman xakê çawa dibe dayike ji bo zaroka wî nemire, xwe diavêje agir û serî li ber zilmê radike, li aliyê din dayike çav li mirinê girtiye. Ev du tiştên derveyî rastiya xwezayê ne. Rehm û hezkirina dayikan a ji bo zarokan tu car nayê pîvan û ne jî teraziyek heye ku wê bikare bipîve. Lê di halê niha de em dibînin li aliyek dayik li ser lingan in, li aliyê din dayik çav li rêya hatina tabûnên zarokên wan in. Gelo çawa dibe, em şirîkê heman jînê ne du tiştên dij hev û hev qebûn nakin, pêk tên.
Dayikên kurd ên tevî hemû êrîş û zextan li kolanan ji bo bijî û zarokên xwe bidin jiyîn têdikoşin. Li aliyê din dayikên leşker û polîsan sekinîne. Gelo ma rehma we tune. Hestên we yên dayiktiyê mirin e. Dayikên kurdan ne tenê ji bo zarokên wan ên gerîla û li girtîgehan aştiyê û wekheviyê dixwazin; ma ne ew in qîr dikin, bang dikin; ‘Bila ne gerîla û ne jî leşker bên kuştin. Bila bes dayikên kurd û tirk li ser darbestan rondikan bibarînin.’ Ê li aliyekê ku ev tê gotin, bê çima aliyê din evqasî dijber dimîne, reweşeke ku dijî xwezayîbûna wê ye. Ev mijarekî xas a lêkolîn û vekolînê ye. Çawa dibe dayikek bi rojan çavê wê li benda darbesta zarokê wê be ha vê kêliyê ne kêliya din xeberek nexêr bê, çav bi girî be. Dayikbûn ev e? Na na ger ku dayikbûn ev be, wê xweza evqasî hembêza xwe ji her tiştî re venekira. Ger ku dayikbûn ev be; wê 9 mehan zarok di malzaroka xwe de bi bedena xwe mezin nekira? Ji ber ku dayikbûn ne ev e; evqas bi rehm û serhildêr e.
Dayikên ku ji bo aştiyek mayînde li welat bê avakirin, li kolanan bi dil û can li gel zarokên xwe ne. Divê dayikên leşker û polîsan jî cih li gel van dayikan bigire. Ev ne dayikên ku çavê xwe li mirinê digirin, ev ne dayikên ku li benda darbestan e, tam berovajî ji bo zarokên wan bijîn, daketine qadan û qîr dikin; ‘Em naxwazin zarokên me bimirin’ Êşa herî xedar û bê terîf mirina zarokan a li ber çavê dayikan e. Ma dayikê vê dide ber çavê xwe. Jê were dê xwe bide kuştin, mirina zarokê xwe nebîne. A niha jî tê kirin berxwedana dayikan ev e.
Rastiya dayikê ev e; xwezaya dayikê ev e. Çi bike ji bo zarokên xwe dike, ev rastî û heqîqeta dayiktiyê ye. Ji derveyî vê ya tê kirin ne rastî û ne jî heqîqeta dayiktiyê ye. Ji bo vê ye çi dereng çi jî zû wê serhildan û berxwedana dayikan a ji bo zarokên xwe dike textê zilmê hilweşîne û bigihêje encamê…