Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, hevseroka KCD’ê Leyla Guven 179 roj in li ber xwe dide. Her wiha endamê HDP’ê Nasir Yagiz 166 roj in û koma yekemîn a li girtîgehan jÎ 141 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya rojiya mirinê ku bi tevlêbûna 15 girtiyan di 30’ê nîsanê de dest pê kir jî berdewam e
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Guven piştî ku hat berdan, çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. Berxwedana Guven 179 roj li pey xwe hişt.
Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakiya Yagiz kete roja 166’an. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûna sala 2016’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan kete roja 141’emîn. Piştî koma yekemîn, di dîrokên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û ev hejmar ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran derbas kir. Berxwedana girtiyan tevî hemû zext û zordariyan jî bi israr didome.
Berxwedana li başûrê Kurdistanê
Berxwedana 14 çalakvanên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 140’emîn de berdewam dike. Bi heman boneyê li başûrê Kurdistanê gelek kesên din dest bi greva birçîbûnê kir. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok 106 roj li pey xwe hişt û ya welatiyê bi navê Herêm Mehmûd a li Kelar a Germiyanê jî kete roja 71’an.
Çalakiya li avahiya HDP’ê didome
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Parlamenter Dag ji 3’yê adarê ve û parlamenter Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.
Piştî derketin jî çalakiya xwe domandin
Welatiyên ku li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 119’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 110’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 121’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 52’yemîn de, ya Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 119’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 68’an de didome.
Rojiya mirinê
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîdê di 30’ê nîsanê de bi 15 girtiyan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Li gorî daxuyaniya Denîz Kaya, navên kesên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”
Li dijî tecrîdê çalakiyên fedaî
Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.