Li qada navbera Gundên Zêtka û Xinis ên Navçeya Silopî dema dolmîş derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de birayên hev Servet û Diyar Bilen jiyana xwe ji dest dan
Li kontarê Çiyayê Cudî qada navbera Gundên Zêtka û Xinis ên Navçeya Silopî ya Şirnexê dema dolmîşa plakeya wê 73 D 2001 derbas dibû, teqîn pêk hat. Di teqînê de birayên hev Servet û Diyar Bilen ên di dolmîşê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî teqînê gelek welatî, agirkuj û ambûlans hatin cihê bûyerê. Ajokarê dalmîşê Servet Bilen (28) û birayê wî Diyar Bilen (13) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên bira Servet û Diyar Bîlen rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. ŞIRNEX