Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Helbest vegotina rastiyê ye

Gerîla Tolhildan Zana ku bala xwe li ser helbestê ye û diyar kir ku helbest ji bo gerîla vegotina dilsoziya bi bîranîn û jiyanê re ye

Ciwanên kurd ku li dijî hêzên mêtinger şerekî giran dikin, di heman demê de serpêhatiyên xwe jî dinivîsînin. Jiyana têkoşer û cangoriyan bi stranan, bi helbestan li rûpelên dîrokê tên nivîsandin.

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Zana qala cihê helbestê li nava gerîla kir. Tolhildan Zana sala 1996’an li Edeneyê ji dayik bû. Zana diyar dike ku dema ew diçû dibistanê, hişmendiya Kurdîtiyê pê re xurt bû û bi vê yekê re hewesa wî çû ser wêjeyê.

Helbestvan û hunermendên kurd ên li nava malbatê qala wan dihate kirin, gelekî bala Zana dikişîne. Zana dibêje ku dema ku wî li helbestên wan guhdarî dikir an jî dixwend, di kesayeta wî de guhertinên cuda dibû û tîne ziman; “Bêguman vê yekê ez hîn bêhtir nêzî şoreşê kir.”

Gerîla Zana destnîşan dike ku piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di wêje û helbestê de ji bo wî gelek guhertin çêbûn, wî xwe nas kir û wiha got: “Bêguman em di nava têkoşînekê de ne… Ez timî ji xwe re vê dibêjim; Ev ked, ev nirxên hatine afirandin mîna her qadê divê li qada huner û wêjeyê jî bên parastin.”

Tolhildan Zana axaftina xwe wiha doman: “Her kêliya jiyanê ya jî her hevrêyên şehîd bûne divê li rûpelên dîrokê bên nivîsandin. Ev têkoşîn divê di jiyanê û helbestên me de bê vegotin. Dikarim bêjim ku li nava refên gerîla di vî warî de pêşketineke baş heye. Li ser her hevalên me yên şehîd bûne divê stran bên gotin, helbest bên nivîsandin û jiyana wan ji civakê re bê ragihandin. Bi vê yekê re manîfestoyek derdikeve holê; ew manîfesto jî rastiya têkoşerên ji bo azadiyê ye. Ev bi me giran bê jî divê em vê ji bo wan bikin. Ji bo rastiya wan, divê em fedakariya wan ku ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirine li rûpelên dîrokê binivîsînin. Helbest ji bo gerîla tê wateya vegotina bîranînan û dilsoziya bi jiyanê re. Lewma helbest şêweyê herî rast ê vegotina vê mijarê ye. Bêguman nêzîkatiya Rêber Apo ya li helbestê, gelekî balkêş e. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li helbestê, serpêhatiyeke jiyanî ye.”

Gerîla Tolhildan Zana da zanîn ku di nava PKK’ê de gerîla çiqasî mezin bibe, di mijarên çand-huner û wêjeyê de jî wê pêşketin bibe û wiha axivî: “Di vir de tişta em ji xwe re esas digirin; rastiya şehîdan û Rêberê me ye. Em van tiştan ji bo xwe dikin pîvaneke jiyanê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar