Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Leyla Guven 6 meh li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, 6 meh li pey xwe hişt. Berxwedana Nasir Yagiz kete roja 167’an û ya koma yekemîn  a li girtîgehan jî kete roja 142’emîn. Çalakiya rojiya mirinê jî hefteyek li pey xwe hişt

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demekî dirêje bi hemû dijwariya xwe didome. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Greva birçîbûnê ya Guven îro kete roja 180’an û bi vê yekê re 6 meh li pey xwe hişt. Rewşa Guven a tenduristiyê jî di astekî krîtîk de ye. Guven di peyamên ku bi raya giştî re parve dike de israra xwe ya domandina berxwedanê tîne ziman.

Bi heman boneyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakiya wî di roja 167’emîn de berdewam dike. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûna sala 2016’an de dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan kete roja 142’yan. Piştî koma yekemîn, di dîrokên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û ev hejmar ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran derbas kir.

Çalakiyên li Başûr û Ewropayê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Strasbourg a Fransayê 14 çalakvan û li Gallerê jî Îmam Şîş dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya li Strasbourg û Gallerî di roja 141’emîn de berdewam dike. Bi heman boneyê li başûrê Kurdistanê gelek kesên din dest bi greva birçîbûnê kir. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 107’an de û ya Herêm Mehmûd a li Kelar a Germiyanê jî di roja 72’yan de didome.

Berxwedana parlamenteran

Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê bi heman boneyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Parlamenter Dag ji 3’yê adarê ve û parlamenter Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.

Piştî derketin jî çalakiya xwe domandin

Welatiyên bi navên Sedat Akin, Gurbet Ektîren, Mahsun Şen, Mûrast Aksin, Semra Alkan û Îhsan Sînmîş dema ku li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştre jî hatibûn berdan. Çalakvan niha jî li malên xwe çalakiya xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Akin a li Êlihe di roja 120’emîn de, ya Ektîren di roja 111’emîn de, ya Şen di roja 122’yemîn de, ya Aksin di roja 53’yemîn de, ya  Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 120’emîn de û ya Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 69’an de berdewam dike.

Rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîdê di 30’ê nîsanê de bi 15 girtiyan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Li gorî daxuyaniya Denîz Kaya, navên kesên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar