Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Rojiya mirinê berteka li dijî bêdengiya cemaweriyê ye’

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya 78’an a Amedê Ganî Alkan da zanîn ku dema ku cemawerî bi qasî ku tê xwestin tevnegeriya û hikûmetê daxwazên girtiyan qebûl nekirin, girtî dest bi rojiya mirinê dikin. Alkan diyar kir ku divê bêyî ku mirin pêk bên, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 15 girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de bûn, rengê çalakiya xwe guherandin û di 30’ê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê hefteyek li pey xwe hişt. Ji bo ku hikûmet gav bi avêjin, di demên berê de jî girtiyan çalakiyên rojiya mirinê pêk anîbûn. Yek ji mînakên vê jî çalakiya rojiya mirinê ya di sala 1984’an de ya li Girtîgeha Jimar 5 a Amedê bû. Di wê serdemê de bi sedan girtî li dijî cilên yek tîp û îşkenceya giran dest bi greva birçîbûnê kirin. Di çalakiyê de 2 kes di rojiya mirinê de û 3 kes jî ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest dan. Di salên 1988 û 1989’an de jî di çalakiyên rojiya mirinê de girtiyên jiyana xwe ji dest dan. Di 1995’an de li zêdetirî 20 girtîgehan û bi tevlêbûna zêdetirî 5 hezar girtiyan girtî ketin greva birçîbûnê û 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di nîsana sala 1996’an de jî li dijî girtîgehên tîpa darbestan li 38 bajaran li 43 girtîgehan 2174 girtî ketin greva birçîbûnê û 355 girtî ketin rojiya mirinê. Di vê çalakiyê de jî 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî pergala Tîpa F ya li Tirkiyeyê, di 20’ê cotmeha 2000’an de çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kir. Ev çalakî di dîrokê de bû çalakiya herî demdirêj û gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di 19’ê kanûna 2001’an de polîs û leşkeran bi ser girtîgehan de girt û êrîşî çalakvanan kir. Di van êrîşan de 28 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê di 12’ê îlona 2012’an de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê parastina kurdî, dest bi grevê kirin. Çalakî di roja 68’emîn de piştî hevdîtina birayê Ocalan, Mehmet Ocalan a li Îmraliyê, bi dawî bû.

Herî dawî jî di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kir. Niha li welat û derveyî welat bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî rengê çalakiya xwe guherand û di 30’ê nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin.

Çima dest bi çalakiya mirinê kirin?

Têkildarî çalakiya rojiya mirinê, serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya 78’an a Amedê Ganî Alkan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Şah Oruç re axivî. Alkan yek ji kesên di sala 1984’an de li Girtîgeha Jimar 5 a Amedê ketibû rojiya mirinê bû. Alkan 40 rojan di rojiya mirinê de ma. Alkan diyar kir ku dema ku cemawerî bi qasî ku tê xwestin li çalakiyê xwedî derneket û hikûmetê bersiv neda daxwazên çalakvanan, dest bi rojiya mirinê kirine.

‘Girtî ji jiyanê pir hez dikin’

Alkan grevên birçîbûnê yên berê bi bîr xist û got ku li dijî polîtîkaya zilmê, girtî tenê dikarin bi bedena xwe li ber xwe bidin. Alkan wiha pê de çû: “Wekî din hemû rê û rêbazên berxwedan û parastina mafan ji destê wan tê girtin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan jiyanê bi teşe dikin û bi rêve dibin. J ber vê yekê herî zêde ew ji jiyanê hez dikin. Wekî Kemal Pîr jî gotibû ‘bi qasî ez di oxira wê de bimirim, ji jiyanê hez dikim.’”

‘Silavek jî hêz dide girtiyan’

Ganî Alkan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên dikevin grevê ji bo wan silavek hêz û moral e. Ew mirovên dikevin grevê êdî bi xwarinê xwe têr nakin. Bi fikrê û vînê xwe têr dikin. Yên dikevin çalakiyê ji bo xwe tiştekî naxwazin. Armanca wan ew e ku li Tirkiyeyê pêşî li demokrasiyê vekin.  Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bedena xwe dane ber mirinê û ketine rojiya mirinê. Li aliyê din berteka li dijî cemaweriyê û helwesta hikûmetê ye. Ji ber ku cemawerî û hikûmet nebû bersiv, dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Bi vê yekê re dibêjin ‘ne li me, li xwe xwedî derkevin.’ Ji rakirina tecrîdê û pêşîlêvekirina demokrasiyê hemû cemawerî û rêxistinên demokratîk berpirsiyar in. Girtî bi ne bi hestên xwe, bi fikrên xwe dikevin çalakiyê. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedaneke dîrokî ye. Em zêde bi fikar in. Divê bêyî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Divê her kesên xwedî wijdan tiştekî bikin. Tekane daxwaza girtiyan ew e ku Tirkiye li gorî zagonên xwe tevbigere.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar