Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û ragihandin ku wan di 2’yê Gulanê de hevdîtin bi miwekîlê xwe Ocalan re pêk anîne
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku wan di 2’yê Gulanê de bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Parêzeran diyar kir ku ew ê îro saet di 15.00’an de li Otela Taksîm Hill a Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê.
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku da wiha ye: “Di 2’yê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi miwekîlê me birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hatiye. Têkildarî vê hevdîtinê em ê saet di 15.00’an de li Otela Taksîm Hill civîna çapemeniyê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. Em hemû kedkarên çapemeniyê vedixwînin civîna xwe. Dê piştî daxuyaniyê pirsên bên kirin neyên bersivandin.”