Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serçeteyê DAIŞ’ê yê tirk: Me her tişt ji Tirkiyeyê peyda dikir

Serçeteyê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlyas Aydin ji hêla HSD’ê ve hatibû girtin. Serçete Aydin got ku ji Dîlokê derbasî Sûriyeyê bû û bi berpirsyarê DAIŞ’ê yê qada bîrdoziyê bû. Serçete Aydin bi lêv kir ku şerê Kobanê ji bo DAIŞ’ê pêvajoya herî dijwar bû û got ku hema hema hemû pêdiviyên xwe ji Tirkiyeyê peyda dikirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama operasyona xwe ya li Dêrazorê de serçeteyê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde Tirkî) girt. Serçete Aydin li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji doza DAIŞ’ê ya sereke weke bersûcê yekemîn tê darizandin. Serçete Aydin di nava çeteyên DAIŞ’ê de weke berpirsê qada bîrdozî yê axa Şamê tê zanîn û li Tirkiyeyê jî serçetetiya cemaetekê jî kiriye. Serçete Aydin têkildarî Komkujiya Pirsûsê, têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê û xebatên DAIŞ’ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivî.

Serçete Îlyas Aydin ku bi eslê xwe ji navçeya Îspîr a Erziromê ye, li Stenbolê ji dayik bû û mezin bû. Lîse xelas kir û gelek caran ji doza El Qaîdeyê hate binçavkirin û girtin. Piştî qedandina lîseyê jî çû Misirê û Ilmê Şer-î xwend. Serçete Aydin 2 caran zewiciye û 8 zarokên wî hene. Serçete Aydin got ku dema ji Misirê vegeriyayî, li Stenbolê ciwan perwerde kirin û wiha domand: “Me hem dersên îtikadî û hem jî dersên fikhî dîtin û li ser rûpela înternetê ya bi navê ‘www.islamdaveti.com’ jî parve kir. Beriya vê, min cemaeta Ebu Ubeyde ava kiribû. Kes, bi rêya vê malperê bi me re ketin di nava dan û stendinê. Piştre me li Şîrînevlerê mescîdek vekir. Di rojên înê de me gel vedixwend û dersên tefsîrê didan. Rêberê vê cemaetê ez im. Bi dehan kes ji vê cemaetê tev li DAIŞ’ê bûn.”

DAIŞ çawa nas kir?

Di berdewamê de jî serçete Aydin diyar kir ku di sala 2014’an de wî li Omerlî ya Stenbolê nimêja cejnê bi rêxistin kir û wiha derbirî: “Di nimêje de axivîm. Yê li pêş girseyê nimêj kir, Zaza Mustafa  bû. Ez hin kesên di wê demê de bi DAIŞ’ê re dixebitîn nas dikim. Mînak, Îlhamî Balî (Ebu Bekir Turkî) wê demê berpirsê DAIŞ’ê yê sînor bû. Birîndar di anîn Tirkiyeyê û bi wan re eleqedar dibû. Wî gelek DAIŞ’î nas kirin û li gel wî zarokekî bi navê Abdulhakîm hebû. Bi wesîleya wî min emîrê jor ê Dewleta Îslamî Ebu Muhammed Adnanî nas kir. Berdevkê fermî yê DAIŞ’ê û piştî Bagdadî, mirovê duyemîn ê Dewleta Îslamî bû.”

Hevdîtina bi serçeteyên DAIŞ’ê re

Serçete Aydin bal kişand ser êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê û ev agahî dan: “Ez di hezîrana 2014’an de derbasî Sûriyeyê bûm. Dema ez tev li DAIŞ’ê bûm, DAIŞ’ê li Kobanê 315 gund dagir kirin. Wê demê ez çûm Girê Spî û vegeriyam. Ji bo vê jî Balî bû alîkar. Mirovên Adnanî ji Cerablusê hatin û li Dîlokê em derbas bûn. Bab, navenda Adnanî bû. Berpirsê herêma Heleb, Minbic, Ezaz, Cerablus û Hamayê bû. Li Babê di baregeheke leşkerî de bi Adnanî re civiyam. Ez ketim bin fermana wî. 2 sal piştre jî bi Baxdadî re civiyam. Jixwe piştre jî bûm berpirsyarê qada bîrdozî.”

Rêbaza biryardayîna şer a DAIŞ’ê

Di berdewamê de jî serçete Aydin qala êrîşên li dijî Kobanê kir û wiha got: “Şerê Kobanê, yek ji pêvajoya herî dijwar a DAIŞ’ê ye. Em rêxistineke demokratîk nînin. Ji bo ku êrîşî cihekî bikin, ji leşkerên xwe tiştekî napirsin. Rêveberê Dewleta Îslamê Îmam e û di bin fermana wî de 6 kesên ku ji şûreya leşkerî hene. Hemû biryaran tenê ev 7 kes dizanin. Meclisa Şûrayê jî ji 2 kesan pêk tê. Biryara êrîşa li dijî Kobanê 3 kesan da. Me hemû muhacir, teqemenî, madeyên kîmyewî û derman li ser Tirkiyeyê di anîn. Birîndarên me li wir dihatin dermankirin. Ji bo 2 noqte bigihîjin hev, kantona Kobanê hebû û cihê herî nêz a Reqqayê ye. Ev jî talûke bû.”

Komkujiya li Pirsûsê

Serçete Aydin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di destpêka şer de, DYA û Tirkiyeyê ji bo ku ciwanan li dijî Esad bidin şerkirin deriyê Tirkiyeyê vekir. Ev ciwanên tundrew û îslamparêz bûn. Ev gav bi gav heta DAIŞ’ê hatin û heta êrîşa Pirsûsê dom kir. Yekîneya operasyonên leşkerî ya derve ya DAIŞ’ê êrîşa li Pirsûsê pêk anî. Hemû êrîşên li Ewropa û cîhanê ev yekîneye pêk tîne. Piştre hemû êrîş bi şiklê ‘tenê kurd’ pêk anîn. Di nava vê yekîneyê de maseyeke taybet hebû. Navê wê, Maseya Tirkiyeyê bû. Ji bo êrîşên li Tirkiyeyê, xwekuj perwerde dikirin û plansaziya çalakiyan dikir. Yek ji van kesan jî Abdurrahman Alagoz ê li Pirsûsê êrîş pêk anîbû ye. Birayên Alagoz ew kesên li Pirsûs û Enqereyê êrîş pêk anîn e. Hîn nehatin Tirkiyeyê, wêneyên wan hatin weşandin. Ev jî pir aşkera nîşan dide ku îstixbarata Tirkiyeyê xwe gihandiye wê maseyê. Ev teqîn ne bi fermana Baxdadî, bi fermana berpirsyarê wê demê yê vê maseyê Ebu Zeynep Rakkavî pêk hat.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar