PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dayikan astengiya polîsan nas nekir û meşiyan

Dayikên girtiyan ên li Parka Koşuyolu ya Amedê li hev kom bûn, tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan meşiyan. Dayik ji Parka Koşuyolu heta avahiya TUAY-DER’ê meşiyan û li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn

Dayik û malbatên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de, tevî hemû astengiyên polîsan li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn. Her çend di saetên serê sibê de polîsan park bi barîkaran dorpêç kir jî dayikan astengî derbas kirin û li Parka Koşuyolu kom bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Semra Guzel ku xwestin derbasî parkê bibin û piştgiriyê bidin dayikan rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku parlamenter derbasî parkê bibin. Li hemberî vê helwesta polîsan dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikan bi qasî demekê di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê berdewam kir. Piştî demekê dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn, parlamenter û rêveberên HDP’ê bi midûrê polîsan re hevditin kir û bi amîrê polîsan re niqaş kirin.

Midurê polîsan got ‘We ez mecbûr hiştim ku ez vê parkê bigirim. Sedema girtina vê parkê hûn in. Em destûr nadin hûn li vir rawestin’ û rêveberê HDP’ê Mustafa Akengîn jî got ‘Qêrîna dayikan heye. Zarokên me li girtîgehan dimirin. Divê dayik dengê xwe bi raya giştî re parve bikin û daxwazên xwe bînin ziman.’

‘Hûn îşkence li dayikan dikin’

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Mafê gel heye ku li kolanan meş, xwepêşandanan li dar bixe û daxuyaniyê bide. Tecrîd îşkence ye. Kolan ên gel in û gel dikare li kolanan dengê xwe bilind bike. Di meha  Remezanê de hûn li dayikan îşkence dikin. “

Piştî niqaşa di navbera parlamenter û polîsan de polîsan destûr da ku dayik bimeşin ber avahiya TUAY-DER’ê. Dema dayik meşiyan, polîsan xwest jin û mêr ji hev qut bibin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun bertek nîşanî vê helwesta polîsan da û wiha got: “Em dîsa di salên 90’an de dijîn. Wê demê jî jin û mêr ji hev cuda dikirin û li kolanê îşkence dikirin.”

Dayik berxwedêran silav kirin

Malbat û dayikên girtiyan dema meşiyan avahiya TUAY-DER’ê dirûşmên ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ye’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ berz kirin.

Dayik û malbat di bin dorpêça polîsan de meşiyan avahiya TUAY-DER’ê û li vir çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Dayikan piştî li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn bi tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar