Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Metna Îmraliyê ji aliyê parêzeran ve hat parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên PKK’î yên li Girava Îmraliyê girtî ne, di 2’yê gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi rêya parêzeran daxuyaniyek dan û wiha gotin “Pêvajoya ku em têde derbas dibin, pêvajoyek dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatinek kûr a civakî heye. Ji bo me siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet esas e.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin hevdîtinê pêk bînin, piştî serlêdana 810’an di 2’yê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha her dem bi hinceta ‘Muxalefeta hewayê heye’, ‘Koster xerabe ye’, ‘Koster di tamîrê de ye’ û ‘OHAL heye’ 810 caran serlêdanê wan hatibû redkirin. Herî dawî parêzerên Ocalan di 2’yê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Têkildarî hevdîtina bi Ocalan re parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrînê li Otela Taksîmê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rezan Sarica daxuyanî dan.

Prz. Faîk Erol diyar kir ku 4 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li serdozgeriyê dane lê tenê Newroz Uysal û Rezan Sarica karine hevdîtinê bînin.

Prz. Erol da zanîn ku di 2’yê Gulanê hevdîtin pêk hatiye û anî ziman ku di dawiya hefteyê de metna li Îmraliyê gihişt destê wan.

Ev metn ne metna muzakere û mutabakatê ye

Metna Îmraliyê parêzer Newroz Uysal bi raya giştî re parve kir. Uysal destnîşan kir ku ev metn ne metna muzakereyê ye û ne jî metnê mutabakatê ye.

Metna Îmraliyê ku ji aliye parêzer Newroz Uysal ve hat parvekirin wiha ye:

“Ji raya giştî re

Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.

Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.

Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.

Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013’an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî aşkera ye.

Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.

Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.

A. OCALAN, H.YILDIRIM, O.H.KONAR û V.AKTAŞ” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar