Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Bêdudilî berxwedan didome – Hat Nûkirin

Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye, divê şertên deklarasyona ku ji aliyê wan ve hatine ragihandin pêk bên û bêdudilî berxwedana xwe didomînin

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 142 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha di 30’ê nîsanê de jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin.

Piştî ku parêzerên Abdullah Ocalan bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk anîn û daxuyanî dan, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî hevdîtina parezeran û berxwedana grevên birçîbûnê daxuyanî da û wiha got: “Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em şopdarên xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê ne û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîda teqez a li ser Rêberê me were bi dawîkirin hatiye destpêkirin, bi çalakiya rojiya mirinê ya 15 hevalên me dewam dike. Armanca çalakiya me ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Tecrîdkirina Rêberê me di heman demê de tecrîdkirina gelê me, mirovahiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”

Ji bo parastina jiyana azad û demokratîk

Denîz Kaya destnîşan kir ku ger dewleta tirk çareseriyê bixwaze navnîşan Ocalan e û wiha got: “Tecrîdkirina giran a Rêberê gelekî tê wê wateyê ku ew civak û nirxên wê civakê hatine tecrîdkirin û nayên nasîn. Wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de dimînin radigihînin ku ji bo parastina hemû civakê û em eshabetiya nirxan dikin û her tim bi canbexşaneke mezin ji bo parastina jiyana azad û demokratîk a gelan li ber xwe didin. Ji ber ku serkeftin a berxwedana mafdar û rûmetê ye û tiştên ku ji me dizîne em ê bi berxwedanê dest bixin û em bi vê bîr û baweriyê li ber xwe didin.”

Polîtîkayên şerê taybet

Kaya diyar kir ku hikûmeta AKP/MHP ji bo berxwedanê bişikînin serî li hemû rêbazan didin û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoyê de tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê ji bo tecrîdkirina Rêberê me bidomîne û berxwedana me bişikîne serî li polîtîkayên şerê taybet dide. Baş tê zanîn ku ji bo tecrîdê bidomînin û berxwedana me bişikînin, di 12’ê çileyê de birayê Rêberê me şandin Îmraliyê. Ji 12’ê çileyê heta 2’yê gulanê piştî ku bi polîtîkayên şerê taybet a li hemberî birayê Rêberê me encam bi dest nexistin vê carê xwestin bi hevdîtina parêzeran ve encamê bi dest bixin û berxwedanê bişikînin.”

Hevdîtin di şertê tecrîdê de pêk hatiye

Kaya di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku hevdîtina ku di 2’yê gulanê de bi pêşengiya du parêzeran re bi Ocalan re hatiye kirin, beriya her tiştî pir girîng û bi nirx e û wiha domand: “Lê hevdîtineke bi vî awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Di esasê xwe de hevdîtin di şertên tecrîdê de pêk hatiye û em vê pêvajoya hevdîtinê bi vî awayî dixwînin. Heta ku xalên me di demên berê de bi raya giştî re deklare kirin têne qebûlkirin û pêkanîna van xalan ji hêla wezareta dadê ve bi qanûnan tê mîsogerkirin, dê berxwedana me bidome.”

‘Divê daxwazên me bi qanûnan mîsoger bibin’

Kaya destnîşan kir ku divê bê zanîn ku heta tecrîd bi dawî dibe, dê di tu şert û mercan de ji bexwedana xwe tawîz nedin û wiha pê de çû: “Xalên ku me bi raya giştî re parve kirin, di esasê xwe de di makeqanûna Komara Tirkiyeyê de hene lê nayên pêk anîn. Vê yekê jî feraseta edaletê hilweşandiye û bi şexsîkirina wê re jî serxwebûna wê hatiye derbkirin. Divê bê zanîn ku çarçoveya berxwedana me girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, di heman demê de berxwedana rûmetdayîna pergala edaletê ya ku ji hêla hikûmet û dewletê ve hatiye binpêkirin e.”

Her kes vexwend berxwedanê

Daxuyaniya Denîz Kaya wiha bi dawî bû: “Divê bê zanîn ku di berxwedaneke wiha pîroz de, berxwedana malbat û dayikên me girtiyan ji bo me bûye çavkaniya moraleke muhteşem. Li derve dayikên me û li hundir jî zarokên wan li ber xwe didin. Divê ev berxwedan tenê bi me re bi sînor nemîne. Ji ber ku tecrîd di esasê xwe de li ser temamiya civakê tê sepandin. Bi vê boneyê ye ku ji bilî berxwedanê tu alternatîfeke me ya din namîne. Em bêyî ku bi qasî misqalê dudil bimînin, çalakiya xwe didomînin û divê bê zanîn ku em divê berxwedanê de jî bi biryarin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin, em ê teqez dev ji berxwedana xwe bernedin. Em bang li tevahiya gelê xwe, parêzvanên demokrasiyê, akademîsyen, nivîskar û kesayetên rewşenbîr dikin ku deng bidin berxwedana me.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar