Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peyam û kurtejiyana girtiyên di grevê de ne hat weşandin

Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, kurtejiyan û peyamên girtiyên di rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê de ne weşand

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 181’ê de ye. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî jî didome û ji 30’yê Nîsanê ve çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî didome.

Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, rapora xwe ya ku ji kurtejiyan û peyamên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pêk tê weşand. Înîsiyatifê di raporê de wiha got: “Heta niha rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk, girtî û malbatên wan gelek caran bang li Serokomartiyê, Wezareta Dadê, Serokatiya Meclisê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, CPT, Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û gelek parlementerên welatên din, sazî û dezgehên cîhanê kirin, name şandin. Lê belê ji xeynî daxuyaniyên şexsî û dînamîkên sîvîl, tu rayedaran bersiv nedaye.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Çalakger bi êrîşên fizîkî û derûnî re rû bi rû dimînin û wan dixin hucreyan. Tê xwestin bi qedexekirina hevdîtina bi malbatan, pêwendiya telefonê, şandina nameyan ceza bikin û pêwendiya wan a bi derve re qut bikin. Tansiyona wan û kîloyên wan bi awayekî rêk û pêk nayên kontrolkririn, xwê, şekir, karbon, lîmon, ava fêkiyan nadin girtiyên di grevê de, yên heyî tên desteserkirin û li kantînên girtîgehan bi fiyetekî du qat zêdetir tên firotin. Ev hemû di raporên ÎHD’ê de cih digirin. Jiyana girtiyan digihêje asteke ku vegera wê qet tune ye.”

7 kesan jiyana xwe ji dest da

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku ji bo protestokirina tecrîdê di 17’ê Adarê de Zulkuf Gezen (33) li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekîrdagê, di 23’yê Adarê de Ayten Behcet (24) li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, di 24’ê Adarê de Zehra Saglam (23) li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, di 25’ê Adarê de Medya Çinar (24) li Girtîgeha Mêrdînê, di 1’ê Nîsanê de Yonca Akincî li Girtîgeha Şakranê, di 2’yê Nîsanê de Sîraç Yuksek li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê û di 5’ê Nîsanê de jî Mahzûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dawî li jiyana xwe anî.

Di raporê de hat zanîn ku ji 1’ê adarê ve li 117 girtîgehan zêdetirîn 5 hezar girtî dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di rapora ku hat gotin ‘Deng, jiyan e! Em deng bidin, bila tecrîd bi dawî bibe’ ji bo kes nemire bang li her kesî hat kirin ku bi hestiyarî tev bigerin.

Kurtejiyan û peyama çalakgerên rojiya mirinê:

  • Ardil Çeşme: 45 salî ye. Wexta xwendekar bûye ji ber fikrên xwe yên polîtîk hatiye girtin. 25 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherandiye rojiya mirinê. Di hevdîtina xwe ya 1’ê Adarê de got: ‘Ji bo tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê dikim. Heta tecrîd bi adwî nebe wê çalakiya min dewam bike.’
  • Asli Dogan: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Nesrîn Akgul: 38 salî ye. 10 sal in girtiye û cezayê muebeta giran û 5 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di 15’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Şukran Aydin: 34 salî ye. 12 sal in girtiye û 130 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Gitîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Zozan Çîçek: Wexta xwendekara zanîngehê bûye hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Ahmet Anigi: 26 salî ye. 27 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Abdulhalûk Kaplan: 33 salî ye û 5 sal in girtiye. 23 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Ahmet Topkaya: 27 salî ye. 3 sal in girtiye û 22 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Engîn Akhan: 4 sal in girtiye. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Enver Donmez: 24 salî ye. 4 sal in girtiye. 23 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Ferhat Turgay: 29 salî ye. 4 sal in girtiye û 33 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Îhsan Bulut: 27 salî ye. 4 sal in girtiye. 7 sal ceza lê hatiye birîn. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Ozhan Ceyhan: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Vedat Ozagar: Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
  • Erol Çelîk: 31 salî ye. 7 sal in girtiye. Di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’yê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.

 

Navê girtiyên di greva birçîbûnê de jî yên ku Înîsiyatifê cih daye çîrok û peyaman wan wiha ne:

Ayten Gulsum, Azîme Işik, Azize Yagiz, Bêrîvan Bîtmen, Besê Ozer, Beyaz Yakut, Dîlan Yildirim, Dilbirîn Turgut, Elîf Atdemîr, Esma Başkale, Fatma Odemiş, Gurbet Ektîren, Gurbet Ozturk, Hatîce Kaymak, Hacer Xelîl Yusuf

Hamîde Yuksel, Hediye Yayik, Jiyan Ateş, rojnameger Kîbriye Evren, Mehtap Metîn, Melek Yalçin, Menal Temel, Merge Polat, Mukaddes Çelîk, Necla Atak, Nurşen Tekîn, Ozlem Ozdemîr, Ozlem Soyler, Reyhan Çomak, Rahşan Aydin, Rozerîn Kalkan, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Sevîcan Yaşar, Sîbel Akdenîz, Sîbel Uçar, Sînem Oguz, Sîveka Ataş, Sudan Guven, Suheyla Taş, Şadiye Manap, Şehrîban Çoban, Zeynep Siptik, Zeynep Taşgîr, Zana Çoban,

Zulftye Kişmir, Belgîn Kanat, Ruşen Bozan, Saadet Akin, Zelîha Ustabaş, Abdullah Aksu, Abdullah Yildiz, Adnan Bulut, Agit Dolan, Agit Kortak, Agit Tekîn, Agit Yildiz, Ahmet Kaya, Ahmet Kahanaslan, Ahmet Surme, Aydin Akiş, Aydin Hudat, Azad Aslan, Azad Bayram, Azad Yikar, Bariş Engîn, Basrî Kilinç, Bayram Aslan, Cemal Baran, Cemîl Akiş, Cîhan Gokalp, Cîhat Yayik, Denîz Ozdemîr, Dîndar Koç, Emîn Yildiz, Emrah Bayram, Emrullah Kalkan, Erdal Polat, Faruk Aras, Ferhat Tuncer, Ferman Altuntaş, Ferît Bademkiraman, Fetîh Yaşa, Fesîh Tekîn, Firat Maçin, Firat Ertunç, Alî Ertunç, Murat Ertunç, Recep Ertunç, Ferhat Ertunç, Gursel Çelîk, Hakan Yilmaz, Hakan Abî, Hakîm Lale, Hamza Yildenîz, Hanîft Kuzu, Hasan Mesut Çelebî, Huseyîn Aras, Huseyîn Işik, Îbrahîm Engîn, Îbrahîm Tekîn, Îlhan Beng, Înan Soylemez, Îsmet Akin, Îsmet Argur, Îsmet Taş, Kadîr Gumuş, Kanî Yakoglu, Kasim Temel, Kazim Kît,

Kerem Îmrek, Mahîr Tekîn, Mahsum Balgî, Mahsum Koyun, Mazlum Alan, Medenî Soylemez, Mehmet Aksu, Mehmet Çelîk, Mehmet Emîn Erdag, Mehmet Ozdemîr, Mehmet Selam Balta, Mehmet Şîrîn Kaya, Mehmet Veysel Ateş, Mehmet Yildirim, Menduh Aşkan, Mesut Atiş, Metîn Guven, Metîn Serhat, Mecît Kanat, Murat Aslan, Murat Aslan, Murat Duran, Murat Gumuş, Murat Îçlî, Murat Karagoz, Mustafa Arpin, Mustafa Ertukuş, M. Şîrîn Kaya, Nacî Aslan, Nejdet Kaya, Nîhat Ekmez, Numan Sinbag, Numan Yayevî, Nurettîn Cengîz, Nurullah Ugur û Furkan Ugur, Orhan Avşar, Ozan Ege, Ramazan Kortak, Ramazan Ozlu, Ramazan Yılmaz, Rohat Erdogan, Rojhat Bat, Ronî Yavuz, Raşît Teymur, Reber Akdag, Sadettîn Yaşar, Sedat Akgol, Sedat Baygeldî, Selahattîn Yaşaer, Serdar Devîren,

Serhat Dayan, Serhat Guzel, Serhat Kuşlu, Serhat Tuncer, Seyfettîn Yuksekbag, Sînan Çelîk, Sînan Kaya, Suleyman Ateş, Suleyman Devîren, Suleyman Nakiş, Suphan Çabuk, Şah Davut Başkan, Şahîn Tîryakî, Tacettîn Turan, Tahîr Kizildemîr, Turan Gunana, Turgay Ustuntaş, Umut Savaş Koçyîgît, Umît Sevîm, Vahdettîn Ogmen, Veysel Mîran Işik, Veysel Nakiş, Veysî Olçen, Yasîn Gungor, Yilmaz Ogurlu, Yorgun Bektaşoglu,  Yunus Ozak, Yusuf Boz, Yucel Balyecî, Zahîr Baran, Zahît Tekîn, Zerdeşt Oduncu, Alî Kaya, Cîhan Tîmur, Egit Tekîn, Ferhem Akyuz, Gokhan Duman, Hakan Yilmaz, Hamza Dogrul, Hasan Umut Ozer, Huseyîn Aşkan, Huseyîn Duman, Husnu Aşkan, Husnu Turgut, Îbrahîm Yonden, Îhsan Sînmîş, Îlhan Dayan, Îslam Akdogan, Îsmaîl Koç, Kadîr Akdogan, Kemal Adiyaman, Kînyas Ataman, Mahîr Tekîn, Mahsum Yuksekbag, Metîn Tekîn, Muharrem Guneş, Nurî Çelîk, Recep Engîn, Reşat Ozdîl, Ridvan Kiliç, Samî Ozturk, Abdullah Oral, Bahoz Ozer, Savaş Ozer, Sedat Akın, Şemsettîn Aykaç, Sînan Salhan, Suat Aşkan, Ugur Yaşar, Vedat Duyuş, Welat Duman û Zafer Saglam.  AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar