Gerîlayên HPG/YJA Starê ji hewayê li Qereqola Girê ya li Çelê xistin. Avahî û çeperên li nava qereqolê gelek caran hatin bombekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya ji hewayê ya li Çelê daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, di 6’ê gulanê saet 16.40’î de hêzên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Girê çalakiyek pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di vê çalakiyê de ji hewayê gelek bombe li qereqolê hatin barandin û derb li hin avahî û çeperan ketin. Li ser windahiyên dijmin agahî bi dest neket. Piştî çalakiyê ji Qereqola Girê topbaran li derdorê hate kirin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, saet di navbera 16:50 û 17:15’an de bombe li qadên Kurojehro û Çemço yên Zapê barandin. Di bomberdûmanê de zirar negihişt hêzên me lê xisar li cografyaya Kurdistanê kir.” BEHDÎNAN