Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Vegera şengaliyan didome

Vegera welatiyên Şengalê ku di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê koçber bibûn, didome

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û gundên derdora wê kir û komkujî pêk anîn, bi deh hezaran kes jî, neçar mabûn ku warê terk bikin. Piştî ku herêm ji çeteyan hat paqijkirin û ewlehiya wê hat pêkanîn, malbatan koçber berê xwe dan warê xwe.

Herî dawiyê 3 malbat piştî 5 salan di 1’ê gulanê de, ji kampên Duhokê vegeriyan gundê Hatimî yê Şengalê. Malbatên vegeriyan, hewl didin ku li gorî derfetan jiyana xwe ji nû ve ava bikin û pêdiviyên xwe bicîh bînin.

Yek ji gundiyên ku vegeriya Birahîm Mehmûd têkildarî mijarê ev agahî dan: “Em 3 malbat hatin ser mal û milkê xwe.Me dest bi çandina ceh û genim kiriye. Her wiha me ji xwe re pez anî.” Mehmûd da zanîn ku di hefteya pêş de jî wê 4 malbat vegerin gundê Hatimî. Mehmud diyar kir ku dê mirovên wan ên din jî vegerin, lê ji ber ku zarokên wan diçin dibistanê, li benda wan dimînin.

Birahîm Mehmûd gundê wan aram e, lê pirsgirêkên wan ên kehrebe û xizmetguzariyê hene û ev daxwaz ji Îdareya Şengalê kir: “Hêviya me ji Îdareya Şengalê ewe ku xizmeta gelê me bike da ku em karibin zor û zehmetiyan derbas bikin.”

Alîfe Berces ku ew jî vegeriyaye gundê Hatimî ev tişt gotin: “Hêviya me bû ku em vegirin ser cih û werê xwe.Îro em gelek kêfxweşin ku em hetin ser mal û milkên xwe. Dazwaza min ji gelê me ewe ku vegerin ser cih û warên xwe, ev axa me ye.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar