Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbat meşiyan û peyama girtiyan ragihandin

Li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê malbatên girtiyan meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan bertek nîşanî hikûmetê da û peyama zarokên xwe ragihandin. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan gotine heke wiha berdewam bikin dê komên nû dest bi rojiya mirinê bikin û ew bi biryar in ku heta serkeftinê çalakiya xwe berdewam bikin

Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 181’emîn de didomîne.  Li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatî destpêkirin di roja 143’an de berdewam dike. Piştî 1’ê adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 67’an de berdewam dike. Li aliyê din jî di 30’ê Nîsanê de 15 girtiyên PKK û PAJK’î dest bi rojiya mirinê kirin û 7 roj li pêy xwe hişt.

Malbatên girtiyan jî li ber girtîgehan ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe her li ber xwe didin û çalakiyan pêk tînin. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku 5 jê di rojiya mirinê de zêdetirî sed dîlê azadiyê li ber xwe didin. Malbatên girtiyên ku çûn hevdîtina zarokên xwe piştî hevdîtinê meş li darxistin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Malbatan ji ber deriyê girtîgehê heta duryana nêzî girtîgehê meşiyan. Malbatan di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Îmraliyê hezar silav’ berz kirin. Malbatan piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî desthilatiya AKP’ê û Wezareta Dadê dan. Malbatan destnîşan kirin ku zarokên wan li ber çavên wan dihele û ew dixwazin zarokên xwe bidin jiyîn. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan gotine heke wiha berdewam bikin dê komên nû dest bi rojiya mirinê bikin û ew bi biryar in ku heta serkeftinê çalakiya xwe berdewam bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar