Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Temellî banga domandina hevdîtinan kir

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî nîqaşa biryara YSK’ê û hevdîtina li gel Ocalan wiha got: “Dema xwe ji bo em ê çi bikin xerc nekin. A esas ew e ku hûnê çibikin. Hûnê di mijara tecrîdê de çi bikin.” Her wiha Temellî bang li hikumetê kir û xwest hevdîtên li gel Ocalan bidomin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî. Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re û biryara YSK’ê ya hilbijartina Stenbolê.

Axaftinên Temellî yê derbarê rojevê de wiha ye:

“Di van çar salên dawî de me dît û hat serê me bibînin. Yanî li pişt xwe bifetilin û binêrin. Hûn vî welatî tecrîd dikin. Di van çar salên dawî de bêhiqûqî çawa li ser hev siwar bûye mimkin e hûn bibînin.

Hiqûqa heyî tavsiye kirin. Pişt re sererastkirina OHAL’ê anîn cihê wê û xistin meriyetê. Em ê bi şiklek bi biryar têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê berdewam bikin.

Li meclisê 10 wekîlên bi KHK’ê hatine îxrackirin hene. Her wiha di hilbijartina 31’ê darê de jî ji YSK’ê hat pirsîn. Hevalên me muracat kirin. YSK’ê bi pêkanîna OHAL’ê komplo li ser hevalên me çêkirin. Êdî navê wê Saziya Bilind a Sextekariyê ye.

Em ê xwedî li bajarên xwe derkevin. Em ê parastina civakê dewam bikin.

Biryara YSK’ê

Duh bêedaletiyek û bêhiqûqiyek dîsa qewimî. YSK biryar da ku hilbijartina Stenbolê nû bibe. YSK’ê rewabûna xwe winda kiriye. Me hişyar kir. Me hemû Tirkiyeyê hişyar kir. Lê ranebûn û li Mûşê mêze nekirin. Ji 16’ê nîsanê û 24’ê hezîranê diyar bû. Me her tim vê anî ziman. Yên li Tirkiyeyê li têkoşîna siyaseta aştiyane heyirî man, li dijî vê şîdetê dengê xwe dernexistin. Bêdeng man.

Diyar bû ku dê ev yek wisa bibe. Çimkî îktîdar xwe bi van şaîbeyan xwedî dike û hebûna xwe dide nîşandan.

Ev 36 roj in YSK’ê vî gelî mijûl dikir. Di dawiyê de jî rabû û biryara nûjenkirina hilbijartina Stenbolê da. Êdî YSK’yek ku veguheriye notera AKP-MHP’ê heye.

Ji bo bêhiqûqî berdewam neke divê xwe di atmosfera hilbijartinê de teng nekin. Bila raya giştî xwe bi dê HDP bikeve hilbijartinê yan nekevê mijûl neke.

Bê HDP 31’ê adarê nedibû. Siberojek bê HDP jî ne mimkun e. Dema xwe bi mijara wê HDP çi bike re xerc nekin. A esas ew e ku hûnê çibikin. Dema li Şirnexê garnizon ket hilbijartinê we çikir. Têkoşîna demokrasiyê hin biryar û yekbûnê dixwaze.

Hûnê di mijara tecrîdê de çibikin. Ev 4 sal in tecrîda girankirî didome. Divê li dijî tecrîdê bêdeng neyê mayîn.

Leyla Guven 181 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li dijî vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê li ber xwe dide û qîr dike. Banga hiqûqê û edaletê dike. Nasir Yagiz li ber xwe dide. Dersîm Dag, Tayîp Temel, Murat Sarisaç û bi hezaran kes li ber xwe didin. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê bang dikin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Ji bo tecrîd rabe û grevên birçîbûnê bên xilaskirin hûn jî li dijî vê pergala faşîzm û tecrîdê deng derxin.

Heke ev bêdengî berdewam bike, dibe ku gelek girtî jiyana xwe ji dest bide. Kes nikare vê berpirsiyariyê hilde ser milê xwe. Ji ber bêdengiyê 15 girtî di rojiya mirinê de ne. 8 roj derbas bûn. Li pêşiya me pir demek hindik heye. Heke em naxwazin ev mirov jiyana xwe ji dest bidin divê em deng bidin dengê çalakgerên rojiya mirinê. Me duh çi kir sibê jî em ê wê berdewam bikin.

Hevdîtina bi Ocalan re

Du parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtina saetekê pêk anîn. Ev hevdîtin gelek dereng bû jî. Kêm e lê dîsa jî di warê hiqûqî de erênî ye. Divê ev li vir nemîne. Divê birêkûpêk hevdîtin pêk were. Lazim e ku hêviya Tirkiyeyê neyê vemirandin. Divê ku birêz Ocalan û 3 girtiyên jî ji heman mafan sûdê werbigirin. Pêwîst e dereng nemînin. Divê statûya yasayî bê diyarkirin û hewcehî bi tesîskirina birêkûpêk a çûyîna Girava Îmraliyê heye. Ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê pêvajoyek pir krîtîk e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar