Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Diyariya herî xweş rakirina tecrîdê ye’

Dayikên girtiyan ên li Wanê diyar kirin ku di Roja Dayikan de diyariya herî mezin a ji bo wan rakirina tecrîdê ye û wiha gotin: “Zarokên me dimirin. Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan e.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 182’yemîn de didome. Bi heman daxwazê di 1’ê Adarê de li hemû girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalaki hat destpêkirin û 5 jê jin 15 girtî di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.

Berxwedana dayikên girtiyan jî ku dixwazin deng bidin dengê zarokên xwe, tevî şîdeta polîsan didome.

Bi heman daxwazê li Wanê jî ji aliyê xizmên girtiyan ve çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bidem hatibû destpêkirin û dayikên Geverê çalakî dewr girtin. Dayikên ku di roja duyem a Remezanê de wek koma 9’emîn dest bi grevê kirin, têkildarî berxwedana zindanan û Roja Dayikan ku her sal hefteya duyemîn a meha gulanê de li hemû cîhanê tê pîrozkirin axivîn û diyar kirin ku di Roja Dayikan de diyariya herî mezin ji bo wan rakirina tecrîdê ye.

Fazîle Polat da zanîn ku ji bo wan diyariya herî mezin rakirina tecrîdê û serkeftina zarokên wan e û wiha got: “Kezeba me dişewite. Em ji kesî tiştekî naxwazin. Mafên me bidin me. Em mafên xwe dixwazin. Canê me dişewite.”

Gulçîn Karaburk roja hemû dayikan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Dayikên me ji aliyê polîsan ve tên derbkirin. Rastî heqeretan tên. Em dayik in. Ji me netirsin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Dibêjin ‘bihuşt di bin lingê dayikan de ne’. Lê dojehê bi me didin jiyîn. Ji ber vê bila kes xeyala çûyîna bihuştê neke.”

‘Ji dayikan ditirsin’

Xeme Aydin anî ziman ku ew dayika hemû girtiyan e û wiha got: “Zarokên me di rojiya mirinê de ne. Hûn behsa roja çi dikin. Zarokên me dimirin. Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Divê tecrîd bi dawî bibe. Diyariya herî xweş ji bo me berdana Abdullah Ocalan e. Erdogan dibêje ‘ez li hember dayikan rêzdar im’. Gelo behsa kîjan rêzdariyê dike. Dayikan derb dike, bi erdê re kaş dike. Şîdetê li wan dike. Ji dayikan ditirsin. Dayik ji bilî aştiyê tu tiştî naxwazin. Ji aştiyê netirsin.”

‘Rêzdariya desthilatdariyê li hember dayikan nemaye’

Gulê Polat jî di heman mijarê de ev tişt anî ziman: “Berê doza xwînê û şerên êşîran bi ketina navberê ya jinan dihat çareserkirin. Jin destmalên xwe yên spî davêtin ber mezinên eşîran. Piştre aştî pêk dihat. Niha dayik tên derbkirin. Bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Rêzdariya desthilatdariyê ji dayikan re nemaye. Em ê destûrê nedin mirina zarokên xwe. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidominin.”

Emîne Atak destnîşan kir ku ew di Roja Dayikan de dixwazin tecrîd rabe û yekane daxwaza wan ev e.

‘Deng bidin dengê zarokên me’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Hanîfe Koçak got ku ew li ber Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin û bang li hemû dayikan kir ku bêdeng neminin û deng bidin girtiyan.

Her wiha Vasfiye Kiye jî da zanîn ku pêşengiya çalakiyên li derve dayik dikin û wiha got: “Em ê berdewam jî bikin. Bila her kes dest bide ser wijdanê xwe. Ji bo tecrîd rabe divê hemû dewlet bikevin tevgerê. Di vê meha Remezanê de dîsa berxwedan para me ket. Rakirina tecrîdê ne zirar e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar