PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Dayikên girtiyan laçikên xwe bi daran ve girê dan

Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe li Qada Mahabad a Amedê laçikên xwe yên spî bi daran ve girê dan. Dayikan xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan, li welat û derveyî welat bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatine destpêkirin, berdewam in. Her wiha çalakiya rojiya mirinê ku bi tevlêbûna 15 girtiyan di 30’ê nîsanê de dest pê kir jî kete roja 9’an.

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re û bal kişandina ser rewşa wan, malbat û dayikên girtiyan li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di çalakiyan de dayik bi laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ne, dadikevin qadan.

Ji bo balkişandina ser rewşa zarokên xwe û piştgiriya bi çalakiya wan re, dayikên girtiyan li Qada Mahabad a Amedê laçikên spî bi daran ve girêdan. Malbatan bi darên seranserî rê ve laçikên spî girêdan û xwestin tecrîd bi dawî bibe û ji bo aştî û demokrasiyê gavên çareseriyê bên avêtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar