Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtiyê di greva birçîbûnê de ji Leyla Guven re wêne xêz kir

Girtiyê di greva birçîbûnê de Şerafettîn Demîr ji bo Leyla Guven û çalakvanên di greva birçîbûnê de wêneyek xêz kir. Li ser wêneyî jî Demîr wiha dibêje: “Dilrehmî û dilovaniya  ku li bilindahiya dilê dayika xwedewand daniye, dema bi hişmendiyê xurt dibe digihê ruhê Xeyrî û Kemalan û veguherî berxwedaneke bêhempa. Bawer dikim ku dê vîn û ev cehd û xîret bi ser bikeve. Serkeftin.”

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di heman demê de 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 30’ê nîsanê ve di çalakiya rojiya mirinê de ne. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Şerafettîn Demîr e. Demîr di sala 2011’an de hate girtin û du caran cezayê muebeta giran û 60 sal ceza lê hate birîn. Demîr li girtîgeha Wanê tê girtin û ji 1’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê de ye.

Demîr ji bo hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 182 roj in di greva birçîbûnê de ye, wêneyek xêz kir û bi rêya malbata xwe ji Guven re şand. Di wêneyî de Demîr li ser rûpeleke spî rojek xêz kiriye û li orta rojê jî peyva ‘azadî’ nivîsandiye û perikên çûkê xêz kirine. Demîr li ser perikan jî wêneyê Leyla Guvenê xêz kiriye. Demîr bi peyva ‘azadiyê’ navê Nasir Yagiz, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kîbriye Evren û gelek kesên din nivîsandiye. Her wiha Demîr li ser tîrên roja ku xêz kiriye jî  peyvên ‘hişmendî, heqîqet, bawerî, girêdan, vîn, biryardarî, fedakarî, evîn û rastî’ nivîsandiye.

Nîşeya Demîr

Demîr li herî jêr jî ev tişt nivîsandî ne: “Dilrehmî û dilovaniya  ku li bilindahiya dilê dayika xwedewand daniye, dema bi hişmendiyê xurt dibe digihê ruhê Xeyrî û Kemalan û veguherî berxwedaneke bêhempa. Bawer dikim ku dê vîn û ev cehd û xîret bi ser bikeve. Serkeftin.”

‘Em bi zarokên xwe re ne’

Bavê Demîr, Seyda Mehmet Cemal Demîr jî têkildarî rewşa kurê xwe axivî û diyar kir ku kurê wî 3 sal in di hucreyê de bi tenêya serê xwe dimîne. Bav Demîr û wiha domand: “Sedema grevên birçîbûnê tecrîd e. Bi bêdengkirina Abdullah Ocalan re dixwazin gel û parlamenteran teslîm bigirin. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin, saziyên me girtin, hevserokên me girtin û em bêdeng man. Ji ber vê bêdengiyê temamiya civakê hate tecrîdkirin. Lê niha malbat bi zarokên xwe re ne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî em ê dev ji doza xwe bernedin. anek me heye, bila ew jî di oxira wan de bibe qurban. Divê her kesên xwedî wijdan xwedî li çalakgeran derkeve. Ji bo rakirina tecrîdê divê em mil bidin milên hev.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar