Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li şaredariyên HDP’ê cîhazên X-Ray bi cih kirin

Polîsan li pêşiya şaredariyên Cizîr û Hezexê yên HDP’î cîhazên X-Ray û li Şaredariya Sîlopî jî qulûbeyên polisan bi cih kirin. Polisan li Cizîrê mudaxaleyê kesên ku li dijî vê yekê derketin kirin. Midurê Polîsan ê Cizîrê ji hevşaredar Mehmet Zirig re got “Ez li dijî qanûnan tevdigerin” û keyfiyeta xwe nîşan da

Li pêşiya şaredariyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê ku HDP’ê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi ser ket û ji qeyûman stand, duh êvarê polisan cîhazên X-ray bi cih kir. Li pêş şaredariya Silopî jî qulûbeyên polisan bi cih kirin. Li Cizîrê saetên berê êvarê polisan têketin û derketina kuçeya ku bînaya şaredariyê lê ye girt û xwest cîhazê X-ray ku bi vîncê anî û barîyerên polisan li têketina bînaya şaredariyê bi cih bike. Li ser vê yekê hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, endamên meclisa şaredariyê û gelek xebatkar derketin pêşiya bînayê. Piştî demekê gelek welatî li kuçeya ku ji aliyê polisan ve hatiye girtin û TOMA li hatiye bicihkirin, kom bûn.

Pêkanînên keyfî

Polisan diyar ku li ser talîmata ku ji wan re hatiye dê cîhazê X-ray û barîyerên polisan li pêşiya şaredariyê bi cih bikin. Hevşaredar Zirig bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku dê qeyûm nikare pêkanînên keyfî bike û wiha got: “Em ê serî ji qeyûm re daneynin.” Amirê polisan jî da zanîn ku biryara veşarî heye û ne mecbûrin ku vê biryarê aşkera bikin. Zirig destnîşan kir ku ji wan re agahdarnameya nivîskî nehatiye û wiha got: “Şaredarî ya me ye. Em vê yekê qebûl nakin.” Di vê navberê de li ser rakirina hin barîyerên polîsan demeke kurt gengeşî derket.

Walî û qeymeqam nîşan da!

Li ser gengeşiya ku derket Midurê Emniyeta Cizîrê jî hat pêşiya şaredariyê û bi hevşaredar Zirig re hevdîtin pêk anî. Midur angaşt kir ku ewlehiya welatiyên ku dikevin şaredariyê digirin û têkildarî mijarê wek navnîşan Walîtî û Qeyqamiyê ji hevşaredar Zirig re nîşan da û ev tişt got: “Wezareta ku ji me re dinivisîne ji we re jî dinivisîne. Ji bo vê yekê ji me re talîmat hatiye.”

Hevşaredar Zirig jî destnîşan kir ku agahdarnameyeke nivîskî ji wan re nehatiye û heta ku agahdarnameyek ji wan re neyê ragihandin dê destûr nedin pêkanîneke bi vî rengî û daxwaz kir ku ji wan re agahdarname bê şandin. Li ser vê yekê midur jî ev bersiv da Zirig: “Teqez ji we re nivîsandine.”

Mudaxaleyî welatiyan kirin

Ji ber ku ji nîqaşan tu encam nehat bidestxistin hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê li ber derê şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê navberê de welatiyan jî bi dûrişmeya ‘Tûndî nikarin me têk bibin’ piştgirî dan hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê. Dema axaftina Zirig li aliyê kuçeyê yê din dengê şermezarkirina pêkanîna polisan bilind bû. Polisan mudaxaleyî komê kir û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn binçav kir. Piştî ku rayedarên şaredariyê ketin navberê gengeşî bi dawî bû.

Belge li dijî hiqûqêye

Piştî niqaşên bi saetan berdewam kir, polîsan çû belgeya ku îmzeya Qeymeqamê Cizîrê li ser heye anîn û diyar kirin ku bi hinceta ewlehiya cemaweriyê ev yek pêk anîne. Hevşaredaran xwest ku fermana di giştîname û belgeyan de çi heye fêr bibin. Hevşaredaran anîn ziman ku belge li dijî hiqûqê ye. Hevşaredar Zirig, bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Hûn bi belgeyên li dijî hiqûqê tên cem me. Em van pêkanînan qebûl nakin. Ev belge li dijî hiqûqê ne. Qeymeqam nikare fermanê bide vir.”

Li dijî hiqûqê tev digerin

Midûrê Polîsan ê Cizîrê carek din hat şaredariyê û bi Hevşaredar Zirig re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Zirig ji midûrê polîsan re got ku hûn li dijî qanûnê tev digerin. Midûrê Polîsan jî got: “Erê em li dijî qanûnê tev digerin.”

Piştî niqaşên demdirêj polîsan cîhaza X-Ray li avahiya şaredariyê bi cih kirin.

Hevşaredar Zirig piştre bertek nîşan da û diyar kir ku ew ê vê yekê îtîraz bikin û qebûl nakin.

Qulûbeya polîsan danîn ber şaredariyê

Li navçeya Sîlopî jî piştî HDP’ê şaredarî qezenç kir, şevê din polîsan qulûbeyên polîsan li ber avahiya şaredariyê bi cih kir. Piştî hevşaredaran rewş bihîstin Hevşaredarê Sîlopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk û gelek kesên din hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî polîsan dan.

Li Hezexê jî cîhaza X-Ray danîn

Piştî li Cizirê û Sîlopiyê li navçeya Hezexê jî polîsan cîhaza X-ray danîn ber avahiya Şaredariya Hezexê. Hevşaredar Murat Şen hat şaredariyê û bi polîsan re hevdîtin kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar