Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serçeteyê DAIŞ’ê: Tirkiyeyê dixwest hemwelatîtiyê bide me

Serçeteyê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlyas Aydin da zanîn ku piştî ku rewşa wan xerab bûy, hinek dewletên îxwanî hewl dan ku wan weke hemwelatiyên xwe qebûl bikin. Di axaftinan de Aydin ewqas ji dewleta tirk piştrast e ku ji bo veguhestina malbatên DAIŞ’iyan a ber bi Tirkiyeyê ve ketiye nava liv û tevgerê

Serçeteyê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlyas Aydin ku ji hêla şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li Dêrazorê hatibû girtin, têkildarî tevlêbûna xwe ya nava çeteyên DAIŞ’ê, êrîşên li dijî kurdan, komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê û heta têkiliya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re,  di gelak mijaran de pirsên nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan bersivandibûn. Di vê beşa hevpyevînê de jî serçete Aydin qala pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê û hewldanên dewletên îxwanî yên ji bo DAIŞ’ê kir.

Serçete Aydin diyar kir ku dema ku HSD’ê li dijî Dêrazorê dest bi operasyonê kir, wî serçete Bagdadî re rapor şandiye û wiha dom kir: “Piştî operasyonê pirsgirêk derket. Hêjmara malbatan pir zêde bû. Ji bo ku malbat dîl neyên girtin min rapor amade kir. Min xwest ku bi Tirkiyeyê re lihev bike û ser Idlibê derbasî Tirkiyeyê bike. Di vê mijarê de me bi El Nusrayê re li hev kir. Lê Bagdadî ev rapor red kir.”

Dewletên îxwanî û hewldanên wan

Di berdewamê de jî serçete Aydin got tevî redkirina serçete Bagdadî jî ew ranewestiyaye û wiha derbirî: “Malbatên ku xwestin derkevin min bi rêya têkiliyên xwe derxistin. Min malbata xwe jî ango 2 hevjîn û zarokên xwe derxistin. Niha yek jê li Stenbolê li gel malbata min dimîne. Ya din jî li kampê ye. Ji ber vê  mijarê Emnî (Îstîxbarata DAIŞ’ê) li pey min ket û ez qaçax mam. Dema rewş pir xerabûyî hin welatan plan kir ku mafê hemwelatîtiyê bidin. Ev bi awayekî fermî anîn ziman. Hikûmeta Katarê li ser vê mijarê civîn pêk anî û got; ‘em ê wan perwerde bikin û ji fikrên tundrew paqij bikin.’ Endonezya, Tunus û Tirkiyeyê jî ev fikir bi DYA’yê re parve kirin. Hikûmetên îxwanî li ser vê mijarê sekinîn lê çênebû.”

Pêvajoya belavbûna DAIŞ’ê

Serçete Aydin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî min rapor da Bagdadî, ez bi rayedarên jor ên DAIŞ’ê re civiyam. Xwestin min bînin ser maseya Tirkiyeyê lê DAIŞ belav bû. Li ser vê meseleyê 6 saetan bi min re hevdîtin kirin. Min rewşa Tirk, kurd, demokrat û cemaetên olî vegot. Min pevçûn, nakokî û têkiliyên wan vegot. Min fikir da ku komên biçûk ên cemaetên îslamî çawa dikarin di bin sîwanekî de kom bikin. Dizanîn ku ez ê vê yekê baş bikim ji ber vê yekê raporekî neyînî nivîsandin. Piştî ku Ebû Adnanî hatiye kuştin, ez ji gelek tiştan dûr xistim. Piştî kuştina Adnanî û Ebu Furkan, rêxistin mîna tayê glokê belav bû.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar