Ji bo bidawîbûna tecrîda ser Ocalan bi navê Xelatgirên Nobelê nameyek ji CPT re hat şandin. Name, ser navê xelatgjrên Nobelê ji hêla Adolfo Perez Esquivel ve ji Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) Regis Brillat û endamê CPT yê ji Tirkiyeyê Berpirsyar Michael Neurauter re hat şandin.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, bi nameyek hişyarî da CPT û got ; “Eger CPT li dijî zextên dewletan ji bo bindestan nekeve nava liv û tevgerê, wê hincetên hebûna saziyên Ewropayê ji holê rabe”
Name bi navê Xelatgirên Nobelê yên ku di mehên Çile û Nîsanê de ji bo bidawîbûna tecrîdê du caran bang li CPT kiribûn ve hate şandin.
Di nameyê de rapora Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya li ser rewşa Kurdistanê û daxwazên ji bo bidawîbûna tecrîdê ji CPT re hatin ragihandin.
Adolfo Perez Esquivel ku bi xwe jî girtiyekî siyasî yê berê ye, nameyeke xwe ya ji Ocalan re şandiye parve kir û got, ne tenê dema dirêj a girtinê, her wiha polîtîkayên tecrîdê yên kêfî jî rê li ber bêhiqûqiyeke cidî vedikin.
Esquivel di nameyê de dibêje “bi navê Xelatgirên Nobelê em dibêjin ku divê CPT di mijara tecrîdê de hîn bi lezgînî û biryardarî tevbigere, ji bendewariyên me yek ew e ku CPT tavilê serdana Îmraliyê bike. Em bawer dikin ku heke CPT bikeve nava liv û tevgerê rê wê karibe dawî li vê rewşa bêhiqûqî bîne”
Esquivel di nameya xwe de diyar dike ku, heke CPT piştî vê sekna polîtîk û civakî ya mehên dawî bikeve nava liv û tevgerê wê karibe pergala ku mafên bingehîn ên Kurdan û tevahiya civakê ji nedîtî ve tê bê bandor bike.
Di nameyê de hevdîtina roja Înê ya bi Ocalan re tê bibîrxistin û tê gotin ku, hevdîtin bi saya berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi hezaran girtiyan û bi piştgiriya xurt a raya giştî ya ji bo vê berxwedanê pêk hatiye.
Esquivel di nameyê de balê dikşîne ser bêdengiya saziyên maf parêz ên ewropa û Emerîkayê. Û wiha pêde diçe, “li Ewropa, Emerîka û gelemperiya dinyayê gelek saziyên ku bi navê parastina mafên mirovan tevdigerin hene lê mixabin erka xwe naynin cih. Ev saziyên ku ji bo parazavniya mafên mirovan hatine damezirandin heke ji bo mirovên ku ji tundiya dewletê êşê dikişînin bi biryardarî nekevin nava liv û tevgerê wê sedemên hebûna xwe winda bikin”
Di dawiya nameyê de tê diyarkirin ku, bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ji bo avakirina aştiyeke li Tirkiyeyê ku hurmetê nîşanî mafên kes û gelan dide wê bibe pêngaveke destpêkê.BRUKSEL