Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameya Îngilîz ji bo Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir

Rojnameya Îngilîz a bi navê Morning Star ji bo rojnamevana dîlgirtî Kîbriye Evren a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye dest bi kampanyayê kir. Rojnameyê ragihand ku wê daxwaza azadiya Kîbriye Evren û rojnamevanên di greva birçîbûnê de ne bikin.

Rojnameya Morning Star a ku li Îngilîstanê tê weşandin desteya weşana wê di civîna Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî de ji bo azadiya nûçegihana Jinnewsê Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir. Kîbriye Evren ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 144 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniya NUJ Morning Star Chapel de hate gotin, “Li Tirkiyeyê yanî li mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a dinyayê, em piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe. Em îro ji bo kampanya me ya ji bo azadiya Kîbriye Evren banga piştgiriyê dikin.”

Di daxuyaniyê de bilkişandin ser rûniştina doza Kîbriye Evren a ku doh pêk hat ku dadgeriya Tirk biryara girtî mayinê dabû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kîbriye Evren 144 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya tenduristiyê giran bûye. Em ji bo rewşa wê gelek bi fikar in. Li gel ku di der barê wê de tu delîl nîne jî nayê berdan.

Rojnameyê bang li sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku piştgiriyê bidin Kampanya ya “Azadî ji Kîbriye Evren re”

Di daxuyaniyê de zext û zordariyên li Tirkiyeyê hatin bibîranîn û pêve girêdayî hate gotin, “Nabe ku em li pêşberî rejîma Erdogan a zordar bêdeng bimînin. Rojnamevanî sûc nîne û bi biryara girtîmayina Kîbriye Evren derbeke din li demokrasiya Tirkiyeyê ketiye”

Her wiha bang li hikumeta Îngilîz hate kirin ku ji bo berdana Kîbriye Evren û her kesên ji ber rojnamevaniyê li Tirkiyeyê hatine girtin, zextê li hikumeta Tirk bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Morning Star wê bi rojnamevan Kîbriye Evren re be û ji bo Kîbriye Evren û rojnamevanên din ên di greva birçîbûnê de ne daxwaza azadiyê bike. Rojnamevanî sûc nîne.” WEDNESDAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar