Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Leşkerên derketin operasyonê derb xwarin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Gabarê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 13 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Sterê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku artêşa di navbera 4-6’ê gulanê de li herêma Gabarê ya Botanê dest bi operasyonekê kiriye. HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan li dijî yekîneyên leşkerî yên derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn e. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyan de operasyona leşkerî têkçûye û ev tişt ragihand: “Di 4’ê gulanê li qada Findikê ya herêma Gabarê hêzên me yekîneyên dijmin ên operasyonê şopandin û saet 16:30’î li dijî baskekî operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li yekîneya leşkerê tirk hat xistin û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.”

Gerîla xwe berdan nava leşkeran

Di berdewamî de HPG’ê ev tirş rargihand: “Di 5’ê gulanê saet 06:30’î de li qada Navserê bi piştgiriya balafirên keşfê û helîkopterên kobra operasyonekê dest pê kir. Heman rojê saet 15:30’î hêzên me li qada Şehîd Aras xwe berdan nava hêzên dijmin û ji 2 baskan ve çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza fedayî hate kirin, derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. Di şer de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Dijmin saet 16:30’î 4 caran bi helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Hejmara windahiyên dijmin zêdetir e.”

Çalakiyên sekvaniyê

Di dirêjiya daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: “Arteşa TC a dagirker ku di du rojên destpêkê yên operasyonê de derbên giran xwar, di 6’ê gulanê de operasyon berfirehtir kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Şehîd Osman, heman rojê saet 16:30’î hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi sekvanî hate kirin, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin êvara 6’ê gulanê bi rengekî bê encam xwe ji qadê vekişandin. Di pêvajoya operasyonê de ku 3 rojan domiya, bi giştî 13 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Lê belê Fermandariya Giştî ya TC û çapemeniya şerê taybet, mîna her carê rastî berevajî nîşan dan û bi rengekî derewîn ragihandin ku 3 leşkerên dijmin mirine û hevalekî me şehîd bûye. Di operasyonê de hêzên me zerar nedîtin.”

Destpêka pêngava tolhildanê

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev pêvajoya çalakiyan ku nîşan dide bi rêbaza lêdana fedayî û afirîneriya taktîkî operasyon çawa tê têkbirin, di heman demê de bidawîkirina bi rengekî serketî ya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê ye. Her wiha destpêkirina Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever e. Em dibêjin, li ser bingeha biryardarî, fedayî û baweriya Apoyî, dewlemendî û afirîneriya taktîkî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên jinûve ava bûne wê ti astengiyan nas nekin û di pêvajoya nû ya pêngavê de serketinê ji hêzên li herêma Botanê hemûyan re dixwazin.”

Li Lêlîkanê çalakî

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 7’ê nîsanê (doh) bi roj saet 13:00 li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlîkanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin lê belê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.”

Li Zapê êrîşa hewayî

HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên tirk bombe li herêma Zapê barandine û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “7’ê nîsanê saet navbera 20.30-21.00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, derdora gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me lê belê xisar li bax û baxçeyên gund bû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar