Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Berxwedan: Dirûşma heqîqetê…

Li ciha ku herî zêde zilm û zordarî heyî, serîrakirin û nerazîbûn, ango raperînên herî mezin pêk tên. Ev rêgezeke diyalektîk a xwezayê ye. Her wiha serîrakina destpêkê, zarokên gel û civakê yên herî bihîstiyar, bedew û çeleng raber dikin. Têdigihijin, ferq dikin, dilê wan li giyana demê dikeve û dibin têkoşerê wê hesta serhildêr…

Ev dil carinan li serê çiyayên azad ku ‘bi yezdanan re gulaş digirin’, car li gund û bajaran, carnan li zindanên zilmê li ber îlahên zordest û zilmkaran serî radikin. Pêjna rabûna wan wisa bi heybet e ku dîwarên zilmê dişkîne, hildiweşîne, di mejiyê serdestan de erdhejan pêk tîne. Bagera tirsê dixe dilê wan. Taya mirinê li wan dipêçîne!

Lewma zordest bi hemû rûreşiya xwe ve êrîş dikin. Ditirsin, gelek ditirsin ji dilê berxwedêran, ji wî hestê serbilind ê di wî dilê wan de… Ew hestê bê çek, bê şûr, bê mertal; lê seranser îsyan viyan û şiyan! Ango weke ji rêzan û rêberê xwe fêr bûyî, berxwedan û serhildan. Belê BERXWEDAN, şiverêya ku di şev û rojên dirêj ên welatê me de, diherikin azadiyê…

Serdestan ditirsîne ev hest, ev spehî û dilpakî. Wê gavê baş e, tirs hebe baş e, yek jî şerm, çimkî hesteke civakî ye. Belê, we şaş nebihîst; di cîhana dil-dojeh û rû-kirêt de, zebaniyên nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtî, ji wî zik û serê xwe yê bi xwîn û keda mirovan mezin kirî, ji lêdana dilê berxwedêran, dilên bi spehiyê nemir bûyî, dilên xwedî têhn û henaseyek ‘bêdawî û bêdorveger’, ditirse. Êdî wan rûgeş û dilbişrînan mirin kuşt, mizgînî li we be. Tirs binax kir. Navê rajêriyê kirin raperîn. Navê mirinê kirin jiyan. Navê meşa wê jî kirin berxwedan. Sifreya ‘Rojiya Mirinê’ bi nîmetên jiyanê, ango kerametên mirovbûnê xemilandin. Pîroziyên di dil û ramanê xwe de bi keda salan, sedsalan, an jî bi hezar salan berhev kirî, li ser wê sifreyê yek bi yek rêz kirin, li ser singê xwe yê çepê raxistin; da ku nifşên azadiyê jê vexwin tasekê, jê bixwin pariyekê… Belê zarokên spehî, bedew, we wisa got; bila dil têr be, ne zik! Bila raman azad be ne laş! Bila pêjn û sewt dirûşmeyên berxwedanê bin, ne hewarên radestiyê li ber hîrehîriya zordariyê serî bitewînin, şerm bikin…

Dilên azad, hest û henaseyên dilêr, awirên egîdî, seknên lehen: Binêrin; qewmek û sedemek û wijdana mirovahiyê we silav dike… Secde dike ji we re, niyaza wan hûn in. Bismillah û fatiheya wan, qible û bergeha wan dilê we ye. Perî û melekên bihiştê dayikên me, bi şarên serê xwe yên weke dilê xwe ronî-spî ber bi we ve dimeşin, tên serdana bihişta we, haya we jê heye gelo? Belê, belê bibexşin; hûn ku zanyarên dem û heyamê di haya vê de ne bêguman…

Dayik belê dayik, we diqêrin lê ne bi hêsirên çavan, hawar û giliyan; bi şanazî û serbilindiyê dilîlînin, weke bûk û zavayên dilê xwe pêşwazî bikin… Ne darê zilm û zordesetiyê, ne bend û bedenên bê can ên serdestiyê, nikare bibe mertal li pêşiya tiliyên serkeftinên ên dayikên hûn welidandî…

Bikenin lehengno bikenin! Hevrêyên we bi lingên xwe WE dimeşin, bi ramanê xwe WE difikirin, bi dilê xwe WE hîs dikin.. Bişrîna WE, dirûşma devê şûr û tifinga wan a mor e… Xort û keçikên çiyayî bi pora xwe ya ba û bagerê şeh kirî, dilê xwe yê bahozan honandî, stranên çiyayî li ser WE dirêsin, gotinên wê teyisîna berxwedana WE. Bi meşa xwe pêl û nijd dibin ser sengerên dagirkeriyê ku welatê me lewitandine… Dizanim, tevde zarokên çiyê dixwestin bi zimanê dil, bihatana serdana hevalgeha WE, biketana dilê WE û hûn bixistina dilê xwe, birevandana serê çiyayê weke WE serberz û lewend; bibûna dengê WE, yan jî dilê xwe pêşkêşî we bikirina… Lê dizanim niha malzaroka raman û dilê wan de raperîneke bi WE ber girtî, dimeye, hûn tê de mezin dibin. Hindik maye ji zayîna girs re ku we biwelidîne. Ka kengê di berbangekê de weke arzebayê azadiyê, ji navsera çiyayên ku hûn ewqas jê hez dikin hil bê û xwe berde nav dil û awirên we yên evînî…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar