Polîsan bi ser çalakgerên greva birçîbûnê yên dorveger ên li avahiya HDP’ê ya Wanê de girt û 4 kes binçav kir
Ji bo piştevaniya çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya HDP’a Wanê welatiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabûn destpêkirin û didomînin. Polîsan serê sibê bi ser avahiya HDP’ê de girtin û Miyaser Aslan, Berfîn Aslan, Zozan Bor û Oktay Narînçitan binçvav kirin.
Polîsên AKP’ê çalakgerên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. WAN