Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Parlamenterê CHP’ê: Tecrîd li dijî hiqûqê ye

Parlamenterê CHP’ê Îbrahîm Kaboglu da zanîn ku mafên her girtiyekî di Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin û wiha dom kir: “Divê rêveberên dewletê li gorî pîvanên Qanûna Bingehîn tevbigerin. Îşkence û muameleya xerab a li dijî girtî qedexe ye. Ji bo demeke dirêj tecrîdkirina kesekî nayê qebûlkirin. Mafê wan e ku hevdîtinê bi parêzerên xwe, bi malbatên xwe, bi derdorên din û bi girtiyên din re çêbikin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 183’yemîn de berdewam dike. Bi heman daxwazê bi hezaran girtî jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha ji 30’ê nîsanê ve jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di rojiya mirinê de ne. Duh jî Denîz Kaya bi daxuyaniyekê ragihand ku dê koma duyemîn ku ji 15 kesan pêk tê, di 10’ê gulanê de dest bi rojiya mirinê bike.

Der barê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de parlamenterê CHP’ê û Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kaboglu ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ferhat Çelîk re axivî. Kaboglu daxuyand ku di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û Ewropayê de cihê tecrîdê tune ye û divê mirov di çarçoveya mafên girtiyan de nêzî vê yekê bibin. Kaboglu anî ziman ku tecrîdkirina kesekî derî hiqûqê ye û wiha domand: “Ger kesek hatibe girtin û hikûm xwaribe, ji xwe ev tê wê wateyê ku sûc kiriye. Girtina wî ji xwe mueyîde ye. Divê ev kes ji mirovên din, malbata wî û erdnîgariya wî neyên dûrxistin. Dûrxistina wan sûc e.”

Rêbaza çalakiyê

Di berdewamê de jî Kaboglu bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got: “Di Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ji bo mafan gelek rê hene. Dema ku ev rê xitimîn mirov serî li rêyên cuda didin. Li şûna ku mirov van çalakiyan teşwîq bikin, divê mirov xwedî li doz û armanca wan derkevin û rêyên çareseriyê bibînin.”

Mafên girtiyan

Kaboglu piştre jî qala daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de kir û wiha derbirî: “Divê rêveberên dewletê li gorî pîvanên Qanûna Bingehîn tevbigerin. Qanûneke bingehîn a Tirkiyeyê heye. PMME jî heye. Em ji dewletê dixwazin ku li gorî pîvanên vê peymanê û makeqanûnê tevbigere. Mafê darizandina adilene heye û ev maf di Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin. Mafên girtiyan hene û ev jî hatine diyarkirin. Di nav van de îşkence û muameleyên nebaş qedexe ne. Ji bo demeke dirêj tecrîdkirina kesekî nayê qebûlkirin. Mafê wan e ku hevdîtinê bi parêzerên xwe, bi malbatên xwe, bi derdorên din û bi girtiyên din re çêbikin. Divê em siyasetmedar, bijîşk, rojnamevan hwd. vê yekê biparêzin. Naxêr ger ku em bibêjin; ‘te baş kiriye û greva birçîbûnê bidomîne’, wê demê ev pirsgirêk çareser nabe.”

Êrîşên li dijî dayikan

Herî dawî jî Kaboglu ev tişt destnîşan kir: “Xizmên girtiyan dikarin doza mafê xwe bikin. Dikarin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Ew jî dikarin têkevin greva birçîbûnê. Li derve dikarin azadiyên xwe bi kar bînin. Heta ku ev yek azadiya hin kesên din bin pê neke û veneguhere tundiyê, kes nikare mudaxale bike. Ev maf di Qanûna Bingehîn de hatiye parastin. Mudaxaleyên li malbatên girtiyan tê kirin li dijî hiqûqê ye. Rêveber, qanûna bingehîn bin pê dikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar