PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şîrîn Elemhulî tevî darvekirinê jî serî netewand

Beriya 9 salan Şîrîn Elemhulî tevî Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Lê rejîma Îranê bi darvekirinê tene bedena Elemhulî tune kir, nikarî armanc û têkoşîna Şîrîn, pêşeroj û azadiyê bidarve bike

Ji bo avakirina azad û demokratik gelek şoreşgeran jiyana xwe feda kirin û hatin darvekirin. Yek ji van kesan jî Şîrîn Elemhulî ye. Elemholî di 9’ê Gulana 2010’an de bi Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin. Elemhulî piştî Leyla Qasim jina kurd a duyemin e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin.

Şîrîn di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlakê yê bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û 7 bira û 2 xwişk bûn.

Şirîn Elemhulî qet nexwendibû. Bi rêya pirtûkên xwişk û birayên xwe tîpan nas kiribûn. Lê dema ku bêdadperweriya civakê û cîhanê dit, tu neheqiyek ji bo xwe û jiyana derdora xwe nepejirand.

Dema ku di sala 2006’an de li rojhilatê Kurdistanê gelê kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta tirk ên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû serhildanê û nerazîbûnên xwe anîn ziman, gelek ciwan hatin binçavkirin û 2 ciwan jî hatin şehîdkirin. Ji ber cudahiya zayendî ya heyî ku jinan nekarî beşdarî wan nerazîbûnan bibin, Şîrîn jiyana xwe bi rêya têkoşîna xwe guhert.

 

Tevî du hevalên xwe tev li refên gerîla dibe

Şîrîn Elemhulî di şeva nîşankirinê de, rêya şeref û têkoşînê hildibêjire û li gel 2 hevalên xwe yên bi navê Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro beşdarî nava refên gerîla dibe. Şîrîn milkbûna zilam red kir. Ji ber hezkirina her du hevalên xwe yên li gel beşdarî nava refên gerîla bûyîn, navê xwe kir Ronahî Çalak û tim bû ronahiyek. Her wiha di vê çarçoveyê de gihişt hêviyên xwe û di demek kurt de xwe pêş xist.

Şîrîn Elemhulî nêzî salekê li çiyayê Qendîlê dimîne û her li wir fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Her wiha di asta fikrî de xwe pêş dixe.

Soz dide şehîdan

Di sala 2008’an de dema ku dewleta tirk bi hevkariya Îranê êrîşî Qendîlê kir 6 endamên ragihandina PJAK’ê şehîd bûn. Piştre di payîza heman salê de Hesen Hîkmet Demîr ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin û piştre Ronahî Denîz çalakiya fedayî kir û Çalak Ciwanro di çalakiyekê de şehîd bû.

Şîrîn Elemhulî soz da ku li hemberî van hemû zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake. Lewma biryar da ku li di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike. Dema sed metre dûrî balafirgehê radiweste ji aliye kesên din ve tê aşkerakirin û piştre tê binçavkirin.

Tevî mehek binçavkirinê jî kes nizane Elemhulî li ku derê ye. Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê îşkencekirin. Lê dîsa jî teslîm nebe û dest bi grevê dike. Şîrîn Elemhulî li bîranîna xwe de wiha dinivîse: “Ew kesên ku îşkence li min dikirin, zilam bûn û ez bi textekê ve girêdabûn. Bi darê ceryanî, kolm û zeleyan îşkence li min dikirin. Ji ber ku min farisî jî baş nedizanî zêdetir zext li min dikirin.”

Rejîma Îranê bi dehan car zext lê kirin, tenê ji bo ku poşman bibe û bi dîmen ragihîne. Lê Şîrîn tevî hemû îşkence rejîma Îranê jî wiha bersivê dide wan: “Hûn dikarin giyana min bistînin lê hûn nikarin şerefa min ji min bistînin.”

Bi xwendina Sirûda Ey Reqîb diçin mirinê

Şîrîn piştî 6 mehên lêdan û lêpirsînê ji bo sewqî Girtîgeha Evînê kirin. Ji ber îşkencekirin êdî nedihate naskirin. Piştî ku Şîrîn Elemhulî du salan li Girtîgeha Evînê ma, bi biryara dadwer Ebulqasim Selewatî bi sûcdariya ji derveyî yasa sînor derbaskirin û alîkarîkirina PJAK’ê biryara darvekirina wê da. Her çiqas ji bo rawestindina biryarê kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin jî lê dîsa Îranê guh neda daxwazan û di 9’ê Gulana 2010’an saet 21.30’an de bi hinceta navê bavê xwe şaş tomar kirine bang li Şîrîn Elemhulî dikin û di saet 05.30’an de li gel Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî  Îslamyan bi xwedina Sîrûda Ey Reqîb tên darvekirin.

Piştî 5 rojên darvekirinê, weke nerazîbûn greva giştî destpê kir. Di dîroka Îranê de grevek bêhempa bû. Ji derveyî vê li Kurdistan û welatên cîhanê, nezîbûnên berfireh pêk hatin.

‘Pêwîst e hemû jin Şîrîn baş fam bikin’

Ewîn Zîlan ku hevrêya Şîrîn Elemhulî ye têkilarî şahadeta wê axivî û ev tişt anî ziman: “Heval Şîrîn bi canbaxşaneya xwe xwest azadî ji bo jinan bîne. Pêwîst e hemû jin baş fam bikin. Şîrîn li dijî bêdadperwerî serî hilda. Di asta berxwedanê de, asta têkoşîna xwe bilind bikin. Bê cudahiya kurd, faris û ereb têkoşinê bikin. Ji ber ku civak birêxistinbûna xwe van şehîdan nemir dike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar