Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, rojiya mirinê ya 30’ê Nîsanê dest pê kir şiband berxwedana 14’ê Tîrmehê û got ku ev yek qonaxa serxistina pêngavê ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, ji ANF’ê re axivî û berxwedana zindana Amedê û pêngava heyî ya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê nirxand. Kalkan çanda berxwedanê ya PKK’ê vegot û ev tişt anî ziman: “Di nava PKK’ê de mînakê destpêkê yê pêşeng ê dilsoziya bi Rêbertî re û meşa Rêbertî ya bi wêrekî û biryardariya mezin, hevrê Hakî Karer bû. Şehîdê partîbûna li ser xeta şoreşgerî û Apoyî bû. Ya ku xeta milîtaniya fedayî ya PKK’ê afirand, Berxwedana Zindanan a 1982’an bû. Yê ku ev da destpêkirin, ruh û hişmendiya wê, yê ku biryara vê da jî kesayetiya Mazlûm Dogan e. Mazlûm Dogan bi berxwedana xwe ya Newroza 1982’an re, ji bo afirandina jiyana azad a li ser xeta Apoyî ya berxwedana mezin a zindanê bû mînakê destpêkê yê fedayîkirinê. Ya ku ew domand û li kadroyên milîtan ên PKK’ê belav kir, çalakiya xweşewitandinê ya Çaran bû ku êvara 17’ê Gulanê pêk anîn. Wan li nava kadroyan belav kirin û ispat kirin ku jiyana rast a partiyê, jiyana azad divê çawa be. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ev yek girseyî kir, şoreşger hemû xist nava çalakiyê û gihand serketinê. Dijmin têk bir û di şexsê rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê de siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst ji aliyê îdeolojîk ve têk bir. Bi afirandina serketineke mezin, rêbaz û xeta milîtaniya fedayî ya şoreşgeriya Kurdistanê derxist holê. Rêya serketinê nîşan da û ispat kir ku serketin çawa dibe. Hemû aşkera kir. Em ji van hemûyan re dibêjin ‘Berxwedana Zindanê’.”
Pêvajoya ku PKK’ê biryara berxwedanê da
Kalkan destnîşan kir, ya ku xeta milîtaniya fedayî ya PKK’ê derxist holê, berxwedana zindanê ya 1982’an e û ev tişt anî ziman: “Şêweyê bingehîn ê vê berxwedana zindanan a mezin greva birçîbûnê û rojiya mirinê ye. Xweşewitandina Çaran parçeyek ji vê xeta çalakiyê ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ye. Çalakiya Newrozê ya Mazlûm Dogan jî biryara destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî ye. Ya ku şert û mercên bicihanîna vê biryarê derxist holê, çalakiya xweşewitandinê ya Çaran e. Yê da destpêkirina Mazlûm Dogan e, ya ku şert û mercên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê amade kir, çalakiya Çaran e. Ya ku xist meriyetê û bi ser xist, berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Ev hemû yek in, ji hev nayên qutkirin û xetek e. Ew pêvajo ye ku PKK’ê biryara berxwedanê daye. Ji bo azadiyê li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê biryara berxwedana li ser xeta fedayî hate dayin, rêbaza wê hate afirandin û xeta serketinê hate destnîşankirin.”
14’ê Tîrmehê bicihanîna fermana çalakiya Çaran e
Kalkan diyar kir ku divê berxwedana Ferhat Kûrtay û hevalên wî di nava rewşeke hevpar de bê dîtin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana Newrozê ya Mazlûm Dogan û berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya Mezin a ku ji aliyê hevrê Hayrî Dûrmûş ve hate destpêkirin, ji hev cuda nabin. Ev rêbaza çalakiyê jî parçeyekî wan e. Di nava wê de pêk hat û xeleka ku mercên 14’ê Tîrmehê afirandiye. Di vir de jî têgihiştineke mezin heye. Zexma ruh e. Di nav de dilsozî, wêrekî, biryardarî û berxwedan heye. Ji xwe pêwîstî pê nîne ku ev yek bê ziman, çalakî bi xwe hebûna vê yekê nîşan dide. Çalakger ji yên ku avê li wan dikin re dibêjin, ‘avê lê nekin, agir gur bikin, vemirandin xiyanet e, divê berxwedan bê mezinkirin’. 14’ê Tîrmehê bicihanîna vî emrî ye. Girtiyên şoreşger ên li zindanê, vê gotinê weke fermanekê ji bo xwe dibînin û di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de bi cih tînin. Kesayetên Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ew kesayet in ku ev yek pêk aniye. Kesayetiya Ferhat Kûrtay ku pêşengiyê ji vê çalakiyê re dike, kesayetiyeke mezin a welatparêzî, dilsoziya bi azadiya Kurdistanê re ye. Rêber Apo li ser vê bingehê nas kir, tevlî wî bû û bû dilsozê wî. Kesayetekî gelekî pak û durust e ku welatparêziya Qoserê ya Mêrdînê ji kûrahî ve temsîl dike. Mirov dikare bêje, nûnerê taybetmendiyên hevrê Hakî Karer û Halîl Çavgûn ê li Qoserê ye. Kesayetiyên wan gelekî nêzî hev in. Mirov dikarin wî û Halîl Çavgûn weke cêwiyên hev bi nav bikin. Di wê astê de kesayetekî pak û durust e.”
Berxwedana heyî li ser mîrateya berxwedana zindanê ya mezin tê kirin
Kalkan işaret bi berxwedana heyî ya rojiya mirinê û grevên birçîbûnê kir û tespîteke wiha kir: “Berxwedana heyî li ser mîrateya Berxwedana Zindanê ya Mezin tê kirin. Leyla Guven dema ku 7’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê kir li zindana Amedê bû. Li heman girtîgehê biryareke bi vî rengî da û dest bi berxwedanê kir. Bêguman a ku kir ew biryareke wiha bide, hişmendiyeke bi vî rengî da wê, berxwedêriya zindanan a 1982’an bû. Berxwedêriya Mazlûm Dogan, berxwedêriya Çaran bû. Ji aliyê rêbazê ve jî ji xwe re berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê esas wergirt. Li ser bingeha greva birçîbûnê ya bêdem bêdorveger dest bi çalakiyê kir. Çavkanî û biryara xwe ji wir wergirt. Berxwedana zindanê ya 1982’yan û berxwedêriya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ku xeleka wê ya serketinê ye, çawa xwe nîşan da? ‘Em bi îdeolojiya xwe ve girêdayî ne. Em xeta xwe ya partiyê esas werdigirin, dixwazin wê biparêzin. Ger ev nebe wateya jiyana me nîne. Em nikarin ji vê cuda bijîn’. Li ser vê bingehê ji bo girêdana xwe ya bi îdeolojiya partiyê nîşan bidin dest bi çalakiyê kirin. Îdeolojiya partiyê jî rastiya Rêbertî bû. Ruh, hest, hişmendî û biryarên Rêber Apo bûn. Lewma girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan dan.”
Berxwedana herî berfireh û demdirêj a dîrokê
Kalkan anî ziman ku niha Leyla Guven li dijî sîstema îşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê derdikeve û dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de bijî û bixebite. Kalkan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Greva wê ya bêdem û bêdorveger a li ser vê bingehê, nîşaneya armanc û biryardariya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Armanc heman e, asta xwe ya biryardariyê heman e, çavkaniya xwe ji xwe ji wir wergirtiye. Piştre ev berxwedan belav bû. Nasir Yagiz li Başûr geş kir. Li zindanan ji meha kanûnê ve kom bi kom tevlîbûn li berxwedanê çêbû. Li Strasbourgê komek ji 14 kesî tevli bûn. Heta bi Kanada Torontoyê û çar parçeyên Kurdistanê li çar aliyên dinyayê û li zêdeyî sed zindanên TC bi rengekî girseyî berfireh bû û veguherî berxwedaneke greva birçîbûnê ya berfireh. Ji 1’ê adarê û pê ve bi hezaran girtî tevli bûn. Xuya ye berxwedana greva birçîbûnê ya herî berfireh û demdirêj a dîrokê ye. Gihîşt asteke bi vî rengî.”
Berxwedanê civak zindî kir, xist nava liv û tevgerê
Kalkan bal kişand ser qonaxên girîng ên vê berxwedanê û wiha got: ” Derb li dijmin xist, dijmin tirsand. Navenda şerê taybet 12’ê Çileyê birayê Rêber Apo şand Îmraliyê, hevdîtin pê da çêkirin û bi vî rengî xwest berxwedanê têk bibe lê bi ser neket. Piştre bi berdana Leyla Guven xwest greva birçîbûnê sabote bike lê bi ser neket. Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê nêzîkatiyên şerê taybet hemû têk birin. Gelek caran serî li rêbazên şerê taybet da û gotin, ’em carekê du caran parêzeran bişînin, ger hûn qebûl bikin’ lê belê berxwedêran hemû têk birin. Vê berxwedanê civak zindî kir. Gerîla ji nû ve xiste nava liv û tevgerê. Rêxistinên me yên jin û ciwanan xist nava çalakiyê. Li Rojava di şerê dijî DAIŞ’ê de ruh û piştgiriyeke mezin da. Li Bakur di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê de ya ku faşîzma AKP-MHP’ê têk bir ev berxwedan e. Berxwedana grevên birçîbûnê têkoşerî û sekneke antîfaşîst a hevgirtî di vê astê de afirand.”
Greva birçîbûnê derbasî qonaxa serketinê bûye
Kalkan ji bo rojiya mirinê ya ku di roja 8’an de ye ev tişt anî ziman: “Ji 30’ê Nîsanê û pê ve 15 hevrêyên girtî berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem bêdorveger veguherandin Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin. Demek bû ku li zindanê jî li derve jî di nava hevrêyên di greva birçîbûnê de ne nîqaş dihate kirin ku bikin rojiya mirinê yan na. Di dawiyê de biryar dan û 15 hevrê ketin Rojiya Mirinê. Yên din wê çawa tevbigerin em ê bibînin. Ev pêvajo bi biryara berxwedêran a li ser bingeha îradeya xwe bi rê ve diçe. Bi rojiya mirinê re, ji bo destketiyên 31’ê adarê afirandin bigihînin asteke bilindtir, berxwedana grevên birçîbûnê derbasî qonaxeke nû dibe. Ev yek di heman demê de derbasbûna qonaxa nû, destpêkirina qonaxa serketinê ya pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ e.”
Rojiya mirinê asta serketinê ya pêngava berxwedanê ye
Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biryara Leyla Guven a ji bo destpêkirina greva birçîbûnê mîna destpêkirina berxwedana Mazlûm Dogan bû. Tevlîbûna girtîgehan hemûyan li greva birçîbûnê û girseyîbûna wê mîna berxwedana Çaran bû. Niha jî destpêkirina rojiya mirinê ya 15 girtiyên şoreşger mîna berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Yekê dest pê kir a din bi pêş ve bir, xurt kir û ya dawî jî gihand serketinê. Rojiya mirinê ya 15 girtiyan, mîna Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an qonaxa serketinê ya berxwedana grevên birçîbûnê û pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ e. Divê bi vî rengî were fêhmkirin. Daxuyaniyên wan wiha ye. Biryardariya wan wiha ye. Pêvajoya siyasî li vê yekê tê. Çawa ku berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di şexsê rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker ji aliyê îdeolojîk ve têk bir, PKK ber bi Berxwedana Gerîla ya 15’ê Tebaxê ve kişand, berxwedana rojiya mirinê ya niha jî wê encamên berxwedana grevên birçîbûnê bike yek û faşîzma AKP-MHP’ê ji aliyê îdeolojîk siyasî ve têk bibe û wê atmosfera siyasî veguhere pêvajoyeke siyasî ya çareseriya pirsgirêka kurd, azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji bilî vê yekê encameke din nepêkan e. Dane û encam nîşan didin ku ev yek wê bi vî rengî be. Nîşan da ku hem pêkan e hem jî divê. Berxwedêrên greva birçîbûnê jî, berxwedêrên rojiya mirinê jî taybetmendiya vê pêvajoyê ji kûrahî ve hîs dikin, tevlî vê bûne, berê xwe dane vê armancê û ji bo bi ser bixînin bi cesaret û wêrekiyeke mezin tevlî pêvajoyeke wiha bûne.”
‘Em ê teqez bi ser bikevin’
Kalkan herî dawî ev tişt anî ziman: “Ez vê biryardariya wan a nû jî silav dikim. Bawer dikim ku mîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehe wê bi ser bikevin, wê serketineke dîrokî bi dest bixin. Li ser vê bingehê berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven û hevrêyên şoreşger ên 30’ê Nîsanê dest bi rojiya mirinê kirin silav dikim. Hemûyan bi germahiya meha me ya şehîdan hembêz dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Wê teqez bi ser bikevin. Ji bo serxistina pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ çi pêwîst be tevger û gel; em ê bikin. Şert û merc li vê yekê tê. Em; tevger û gel biryardariya me xurt e. Em bi rengekî topyekûn li ber xwe didin, em ê teqez bi ser bikevin û serketin wê ya me be. Ji dil ji vê yekê bawer dikim. Biryardariya hevrêyan baweriya me xurtir dike. Ji bo Rêber Apo azad bibe û di nava şert û mercên azad de bixebite, em; gel û tevger çi pêwîst be em ê wê bikin û teqez bi ser bikevin.” BEHDÎNAN