Li Afrîkaya Başûr di hilbijartina giştî de partiya Nelson Mandel Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) li pêş e
Li Afrîkaya Başûr, piştî hilbijartina giştî ya roja Çarşemê, jimartina dengan dest pê kir. Li gorî encamên destpêkê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ji sedî 54,65 dengan wergirt. Partiya Nelson Mandel ANC di rewşa heyî de li parlamentoyê serdest e.
Di hilbijartinên giştî de di asta rekorê de 48 partiyan namzet nîşan dan. Li gorî encamên destpêkê, li parlamenta ku 400 endamên wê hene, ANC wê serwer be.
Tifaqa Demokratîk (DA) bi rêjeya ji sedî 26.49 bû partiya duyemîn, di rêza sêyemîn de Partiya Çep a Radîkal “Şervanên Azadiyê yên Aboriyê” (EFF) bi rêjeya ji sedî 08.07 cihê xwe girt.
Ji sala 1994’an dema hilweşandina rejîma apartheidê û vir ve, piştî ku hişyarbûna demokratîk pêk hat di hilbijartinan hemûyan de ANC bi ser ket. JOHANNESBURG