Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Berxwedan di roja 184’an de didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye di roja 184’an de didome. Li aliyê din komên nû tevli rojiya mirinê dibin

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, di roja 184’an de didome.

Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 171’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 145’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 146’an de didome.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 111’emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 70’yan de berdewam dike.

30 çalakgerên rojiya mirinê

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 11’emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne, wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Ergîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”

Her wiha îro li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir û navê kesên di koma duyemîn a rojiya mirin wiha ne; li Girtîgeha Kandirayê Yaşar Cînbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê  Îbrahîm Dogan , Ahmet Emîn Eren û Mustafa Taştan. Li Girtîgeha Patnosê Sena Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şefîk Kayhan. Li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê Reşat Ozdîl. Li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Lli Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî Saît Ozturk.

Li derve berxwedan didome

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 124 roj, Gurbet Ektîren 115, Mahsun Şen 126 û Mûrat Aksin 57 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 124 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 73 roj, Naîme Çelîk 70 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevîcan Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Çalakiyên canbexşane

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ûgûr Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên canbexeçane pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û şehîd bûn.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar