Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG’ê li Çelê, Şemzînan û Sîdekanê çalakî pêk anîn

HPG’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên wan li dijî girên Koordîne, Sîvîr û Lêlîkanê çalakiyên bibandor pêk anîne. HPG’ê ragihand ku artêşa tirk jî gelek noqteyên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li dijî herêmên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li dijî dagirkeriyê de di 7’ê gulanê saet di 11:30’an de li girê Koordîne yê girêdayî Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek pêk anî. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de hêzên wan bi xurtî li çeperên leşker lê bi cih bibûn xistine lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk nehatiye zelalkirin.

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniyê de jî diyar kir ku hêzên wan di 8’ê gulan saet di 13:30’an de li dijî leşkerên tirk ên li Girê Sîvîr ê ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê dike, xistine û ji du baskan ve li çeper û kozikên artêşa tirk dane. HPG’ê daxuyand ku kuştî û birîndarên artêşa tirk nehatine zelalkirin û piştî çalakiyê jî artêşa tirk saet derdora 15:30’an de Girê Sor bombebaran kiriye. HPG’ê ragihand ku di bombebaranê de windahiyên hêzan wan çênebûne.

Li Lêlîkanê çalakî

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku di heman rojê saet di 15:30’an de hêzên wan li dijî leşkerên artêşa tirk ên li Girê Lêlîkan ê Sîdekan ê başûrê Kurdistanê bicih bûbûn, çalakî pêk anîne. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan bi dijwarî li çeper û kozikên leşkeran xistine lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk nehatiye zelalkirin. HPG’ê daxuyand ku piştî çalakiyê saet di 16:30’an de balafirên şer qontarên Şehîd Şervan û Girê Lêlîkanê bombe kirine lê tu ziyan negihaştine hêzên wan.

Bombebaranên artêşa tirk

Herî dawî jî HPG’ê têkildarî bombebaranên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî dan û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Balafirên şer di 8’ê gulanê saet di 03:00’an de qada Şehîd Delîla ya girêdayî Herêma Heftenînê û saet di navbera 16:30-17:30’an de jî devera Bergare ya girêdayî Herêma Garê bombebaran kir. Di 9’ê gulanê de jî balafirên şer devera Bergare ya girêdayî Garê saet di 09:30-19:30’an de û devera Mam Reşo ya girêdayî Avaşînê jî saet di 03:30’î û 15:30’an de bombebaran kir. Di encama van bombebaran de tu ziyan negihiştine hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar