Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Rûsya dixwaze li Idlibê çi bike?

Di van rojên dawî de yekem mijara Kremlîn pirsgirêka Idlib û şerê vê herêmê yê li dijî komên çeteyan tê meşandin e. Her çiqas di derbarê vê mijarê de rayadarên rûs bêdengiya xwe biparêzin jî, girîngiya mijarê  bêdengiyê qebûl nake û di kûlîsên Moskovê de li ser vê mijarê nerînê tên parvekirin.

Piştî artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Idlibê dijî komên terorîst operasyon dan destpêkirin û şûn ve hêzên mîna Tirkiyeyê ku ji hebûna van komên terorîst sûd werdigire ji vê operasyonê nerehet bûn. Her wiha ji bo firehbûna operasyonê yan jî bandora wê kêm bikin Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê ket nav hewldanan. Bêguman Tirkiye ev operasyonê pêşdidît lewma xwest ku bi operasyona Tel Rifatê re pêşî li vê operasyonê bigire. Li gor zanyarên rûs bilêv dikin ger Tirkiye Tel Rifat bixista wê demê pêşî li ketina Helebê jî dihat vekirin. Ji ber ku yek ji qeleyên Helebê diparêze Tel Rifat e. Di heman nirxandinê de tê pirsîn ku Rûsya çima hişt tirk êrîşî Tel Rifatê bikin? Bêguman di vir de bi awayekî vekirî tê dîtin ku Rûsya li hemberî Idlibê Tel Rifatê firotiyê Tirkiyeyê. Lê piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Tel Rifatê û ji hêla HSD’ê ve şikestina Tirkiyeyê dengeyên heyî hatin guhertin.

Tirkiye bi xwe bawer bû ku di demek kurt de Tel Rifatê dagir bike. Li gor nirxandinên ji Moskovê tên kirin Rûsya jî demek diyar dabû Tirkiyeyê. Lewma di vê demê de ji ber ku Tirkiye negihaşt armanca xwe Rûsya pêşî li operasyonê girt û nehişt balafirên tirk li ser Tel Rifatê bifirin. Bêguman ev yek ji bo tirkan windahiyek mezin e. Tirkiye hem ji Tel Rifatê bû hem jî pêşî li operasyona Idlibê vekir. Lewma di vê lîstika diplomasiyê de di halê heyî de yê binketî Tirkiye ye.

Ji ber ku planên li ser Idlib û herêmê li Moskovê tên kirin, di vê dema dawî de mêvanên Moskovê jî zêde bûn. Piştî van bûyeran û şûn ve Wezîrê Karê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhammed Cevad Zarîf di 8’ê gulanê de serdana Moskovê kir. Her çiqas sedema vê serdanê biryarên Amerîkayê yên di derbarê ambargoya li ser Îranê bên bilêvkirin jî di bingehê de mijara yekem ew bû ku dengeyên nû yên li Sûriye û herêmê tên pêşxistin bû. Lewma di heman rojê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu jî bi telefonê li Sergey Lavrov re axivî. Di vê axaftinê de Çavuşolgu ji Lavrov daxwaz kiriye ku hêzên Rûsya li gor mutabakata di derbarê Idlibê de ya di civîna Astana de hatiye îmzekirin tevbigere. Ji ber ku bi êrîşa li ser Tel Rifatê re aliyê ev mutabakat binpê kiriye Tirkiye ye, aliyê rûs jî sûc diavêjin ser wan. Rûsya di herêmê de polîtîkaya kîvroşk bireve tajî bigire dide meşandin. Ji milekî ve pêşî li tirkan vedike ji milê din ve jî wan tewambar dike. Ji ber Rûsya di vê mijarê de bi Îranê re di heman eniyê de şer dike ev polîtikaya Rûsyayê kêrî Îranê jî tê. Lewma ev mijar û gelek mijarên din li Moskovê bi Cevad Zarîf hatiye parvekirin.

Rûsya di herêmê de êdî dixwaze hin tişt bigihêje armancê. Lewma hemû hêza xwe ya dîplomatîk û siyasî bi kar tîne. Ji bo di warê leşkerî de jî li heremê hin guhertinan bike yekser serfermandarê leşkerê rûs yê li herêmê da guhertin. Bi hatina Andrey Serdiukov ya ser erkê re hêzên rûs li rexmî hêzên rejîmê li herêma Idlibê sekinîne jî ew nasekinin. Lewma Tirkiye ji duh ve ji Idlibê ji herêma Xan û Şûxan ve hêzê xwe paş ve dikişîne.

Bêguman hêzên ku ji operasyona Idlibê nerehetin ne tenê Tirkiye ye. Hîn dewletên Ewropa û Amerîka jî ji vê operasyonê nerehet in. Ew dixwazin dengeyê heyî zû bi zû neyên xirakirin û ger ev denge xira bibin jî pêwîst e li gor berjewendiyê wan xira bibin. Lewma ji nû ve avakirin çêdibe dema ne li gor berjewendiyê wan e ew yekser dijî wê disekinin. Di vir de mirov bi awayekî aşkera dûrûtiya van hêzên mezin dikare bibîne. Çi dibe bila bibe li gor wan berjewendiyê wan girîng e. Gelê xwediyê heremê çi dixwaze, dixwaze çawa bijî, çi bike ne xema wan e. Lewma tu êrîşên ango operasyonên ne li gor berjewendiyên gelan be dê tu carî bi ser nekeve. Ev ji hêla kê û çawa tê lidarxistin ne girîng e, ya girîng pêwîst e li gor berjewendiyê gelê herêmê be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar