Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Roja dayikên kurdistanî

Hemû mirovahî 12’yê gulana 2019’an wekî ‘Roja Dayikan’pêşwazî dike. Di qada navneteweyî de Roja Dayikan cara yekem di sala 1908’an de li DYA’yê hat pîrozkirin û di sala 1914’an de bi biryara kongreyê bi awayekî fermî hat pîrozkirin. Roja Dayikan her sal roja yekşema hefteya duyemîn a meha gulanê de tê pîrozkirin

Her çiqas destpêka pîrozbahiyên Roja Dayikan wiha bê zanîn jî koka vê roja digihêje Beriya Zayînê salên 7000-6500 û di heman demê de ev serdema çanda dayikên xwedawend e. Piştre di serdemên Yewnana Antîk û Împaratoriya Romayê de dewam kir. Di dema Yewnanan a Antîk de pîrozbahiyên Rhea û di dema Romayan de pîrozbahiyên Kîbele ku her sal biharê dihat lidarxistin nîşaneya vê yekê ye. Rojên wiha taybet ji bo dayikan bi şahiyan dihat pîrozkirin û ev jî nîşan dide ku di civakîbûnê de rola dayikan girîng e.

Dê sibê li seranserê cîhanê Roja Dayikan were pîrozkirin û hemû kes dê li hemberî dayikan rêz bigire. Tişta esasî û watedar jî jixwe rêzgirtin e, lê divê rêzgirtin rast were pênasekirin. Ji ber ku di roja me ya îro de nêzîkatiyên herî şaş li hemberî jin û dayikan tê nîşandan û durûtî tê kirin. Pîrozbahiyan ji mebesta xwe ya esasî dûr dixin û çanda xerckirinê ya kapîtalîzmê derdixin pêş. Vê yekê jî wekî rêzgirtina li hemberî jin û dayikan didin nîşandan û wekî amûrên buha yên di bazarên kapîtalîzmê de tên firotin derdixin pêş.

Her sal li bazarên kapîtalîzmê ji dayikan re ‘diyarî’ kirîn wekî ‘rêzgirtin’û ‘nirxandayîn’ tê nîşandan û ev nêzîkatiyeke şaş e. Pêwîst e ev roj li gorî wateya xwe were pîrozkirin.

Koka Roja Dayikan digihêje çanda dayika xwedawend û ji ber vê yekê rojeke girîng e. Ev roj bi civakîbûna mirovahiyê re têkildar e. Di dema Hurî û Hîtîtan de Kîbele sîmgeya zayînê bû û wekî ‘Xwedewenda Bereketê’ dihat qebûlkirin. Di mîtolojiya yewnanan de Rhea dayika Zeus e û Zeus jî wekî ‘Bavê Însanan û Xwedayan’ dihat qebûlkirin û nehişt bavê wî Kronos dayika wî Rhea bixwe.

Di dîroka mirovahiyê de roleke wiha mezin dane dayikan û ev jî nîşan dide ku divê mirov çawa nêzîkî dayikan bibe. Pîvana rêzgirtina li hemberî dayikan di van mîtolojiyan de hatiye diyarkirin û nêzîkatiyên li hemberî vê nêzîkatiyên şaş in. Di ola îslamê de dibêjin ‘Bihuşt di binê piyê dayikan de ye’ û ev jî rastiyekê îfade dike.

Pîvana rêzgirtin û nirxdayîna dayikan di vir de diyar dibe. Ji ber vê yekê dayik li zarokên xwe xwedî derdikevin, êş û kêfxweşiyên zarokên xwe parve dikin. Zarok jî ji bo layiqî dayikên xwe bibin û dayikên xwe serbilind bikin hewl didin. Di navbera dayik û zarokên wan de têkiliyeke bi vê rengî ya hestî û civakî heye.

Roja Dayikan herî watedar li erdnîgariya Kurdistanê tê pîrozkirin. Dayik li kolanan, li qadan û li pêşiya girtîgehan in. Dayik guh nadin sir û seqemê, ba û baranê ligel zarokên xwe ne. Ji bo TC a dagirker û kujer zarokên wan tune neke li ber xwe didin. Zarokên wan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û her roj dihelin û wekî ku ew dihelin êşê dikişînin.

Ligel vê yekê polîsên TC’ê heqaretê li dayikan dikin, êrîş û tacîz dikin û her roj tên binçavkirin. Dayikên kurdistanî Roja Dayikan a sala 2019’an bi vî rengî pêşwazî dikin. Diqîrin û dibêjin piştgiriyê didin zarokên xwe û bi vî rengî xwedanê rast ên Roja Dayikan in.

Pêwîst e hemû kes qebûl bike Roja Dayikan a sala 2019’an ‘Roja Dayikên Kurdistanî’ ye. Divê hemû mirovahî ku zarokên dayikan in, vê rastiyê bibînin û gelên bi xêr, zarokên bi xêr mil bidin berxwedana dayikan. Ger bi vî rengî tevbigerin dê wê demê bi awayekî rast Roja Dayikan pîroz bikin.

Roja Dayikan pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar