Rêveberiya DYA’yê ya ku her diçe helwesta wê ya li dijî Îranê dijwartir dibe, ragihand ku biryara şandina keştiyeke şer û fuzeyan li xwe digirin ji bo Rojhilata Navîn dane
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) li Pentagonê dayî, ragihand wê keştiyeke şer a ku wesayîtên şer û bataryayên fuzeyên Patrîot li xwe digire bişînin Rojhilata Navîn. Li gorî daxuyaniyê wê li gel keştiya balafiran a Abraham Lincoln a berê şandibû ku ev tişt li xwe digirt cih bigire.
Li ser şandina keştiya şer di daxuyaniya Pentagonê de hate destnîşankirin ku li dijî hewldan û pêkanînek li ser hêzên DYA’yê ya Îranê, her wiha li hember hewldaneke ya êrîşê îşaret hene û ji bo vê keştiya şer şandine. WASHÎNGTON