Polisan bi awayekî tund êrîşê çalakiya endamên SES’ê ku daxwaza mafê xwe dikin kir û ew di nav xwînê de hişt. Polisan çav û serê endamên sendîkayê birîn kirin û 2 kes binçav kir
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya girêdayî KESK’ê têkildarî kampanyaya xwe ya bi daxwaza “zema dema xizmeta fîîlî, heqdesta bingehîn û nîşandera zêdek a 3600’yî hem ji bo dema xebatê û hem jî ji bo teqawîtê bigihîje asta ku mirov pê bijîn” daye destpêkirin, xwest li Parqa Abdî Îpekçî daxuyaniyek bide çapemeniyê. Polîsan bi awayekî tund êrîşî çalakiyê kir û kedkaran derb kir. Polîsan çav û serê gelek kedkaran birîndar kir û Hevserokê SES’ê Îbrahîm Karan û Endamê Halkevlarî (Malên Gel) Fûrkan Bîrcan binçav kirin. ENQERE