Li çend herêmên başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê erd hejiya
Li parêzgeha Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê di saet 13.28’an de bi pileya 5.1 erd hejiya. Di heman demê de li Bemo, Helebçe, Derbendîxan û Silêmaniyê yên başûrê Kurdistanê jî erd hejiya. Lê hîn şîdeta wê nehatiye aşkera kirin.
Rêveberê Navenda Krîza Kirmaşanê Celîl Baleyî aşkera kir ku tîmên xwe şandine herêma erdhej lê çêbûye û heta niha tu ziyan nehatiye tesbît kirin.