Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayik li qadan ji bo zarokên xwe li ber xwe didin

Malbatên girtiyan li Gebze û Edeneyê daketin kolanan û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Malbatan diyar kir ku zarokên wan li ber çavên wan dihelin û ew nikarin li malên xwe rûnin. Dayikan destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî dibe dê li ber xwe bidin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Li hêla din bi heman boneyê 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalakiya rojiya mirinê de ne. Çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn ku ji 15 kesan pêk tê û di 30’ê nîsanê de dest pê kiribû, 12 roj li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, dayik û malbatên girtiyan jî li her deverekê tevî hemû zerxt û êrîşan jî bi israr li ber xwe didin.

Di vê çarçoveyê de malbatên girtiyan di roja 33’yemîn de xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê kom bibin û çalakiyê xwe li dar bixin. Malbat di serî de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kom bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) piştevanî dan malbatan. Malbat piştre jî ber bi girtîgehê ve bi rê ketin.

‘Zarokên me li ber çavên me dihelin’

Polîsan derdora girtîgehê dorpêç kiribû û nehiştin ku malbat nêzî girtîgehê bibin. Malbatên ku ji wesayîtên xwe peya bûn, xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Li ser astengkirina polîsan jî malbatan bertek nîşan dan. Dayikan got; ‘em ji bo zarokên xwe li vir in û dê tu kes nekare me asteng bike. Zarokên me li ber çavên me dimirin û em dayik nikarin li malên xwe rakevin. Divê mirovahî vê yekê qebûl neke.’ Demek pîştre jî malbat bi dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ ji qadê veqetiyan.

Çalakiya li Edeneyê

Li Edeneyê jî malbatên girtiyan li avahiya HDP’a Edeneyê kom bûn û heta Parka Îsmet Înonu meşiyan. Rêxistinên civaka sivîl jî destek dan çalakiyê. Polîsan li parkê dor li malbatan girt û xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê malbatan çalakiya xwe domand û daxwazên zarokên xwe vegotin. Dayikan got ku heta ku daxwazên zarokên wan pêk tên û çalakî bi dawî dibe, dê li malên xwe rûnenin. Dayikan bang li hemû kesî kirin û wiha gotin; ‘zarokên me li ber çavê me heliyan. Em nikarin li malê razên. Heta ku tecrîd ranebe em ê kolanan neterikînin. Ger ji me re aramî nebe, em ê nehêlin ji tu kesî re jî hebe. Em ê qadan neterikînin.’ Tevî gefên polîsan jî dayik heta avahiya HDP’ê meşiyan. KOCAELÎ-EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar