Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji HPG’ê daxuyaniyeke girîng: Birayên Bîlen ji hêla artêşa tirk ve hatin qetilkirin

HPG’ê têkildarî birayên Servet û Diyar Bîlen ku li Silopiyayê hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku birayên Bîlen welatparêz bûn û dewleta tirk bi plan û zanebûn mayin bi erebeyan ve teqandiye û qetil kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî birayên bi navên Servet û Diyar Bîlen daxuyaniyeke girîng da. HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku birayên Bîlan ji hêla artêşa tirk ve bi zanebûn hatine qetilkirin.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 17’ê nîsanê de me ragihandibû ku artêşa dagirker a TC’ê di navbera gundê Xinis û Girê Nasir ên navçeya Silopiya ya Şirnexê de rêyeke nû ya ewlekariyê çêdike, di 16’ê nîsanê di saetên sibê de hêzên me li dijî makîneyeke kar dema li ser rêya Girê Nasir kar dikir, çalakiyeke sabotajê pêkanîbû. Di çalakiyê de makîne bi temamî hatibû rûxandin.

Piştî vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zanîn û şûnde, hêzên me li dijî wesayîteke kontrayê ya ku ji bo mudaxeleyê berê xwe dida herêmê cara duyemîn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayîta kontrayan bi temamî hate rûxandin û gelek kontra hatin kuştin. Têkildarî kuştiyan agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa dagirker a TC’ê piştî van çalakiyan bi desteka yekîneyên veşartî li qadê bi qismî dest bi operasyona kiribû. Artêşa TC’ê heta 5’ê gulanê jî bermahiyên wesayîtan ji cihê bûyerê ranekirin. Artêşa TC’ê di heman roja ku bermahiyên wesayîtan rakirin, di navbera gundê Çemka û Zêtkê ya Silopiyayê mayînek bi cih kir. Ev mayin bi zanebûn û plankirî bi wesayîta du welatiyên me yên welatparêz ên bi navên Servet û Diyar Bîlen ve teqandin. Di vê teqîna nemerdane de Servet û Diyar ên bira şehîd bûn.

Piştî çalakiyên serkeftî yên gerîlayan ên demên dawî li dijî dagirkeriyê û şûnde, dewleta TC’ê dîsa lîstikên nû xistine dewreyê û welatiyên me yên sivîl hedef digire. Artêşa TC’ê heta niha li Kurdistanê bi hezaran sivîlên me qetil kirine. Artêşa tirk ev êrîşa xwe ya bi plan û zanebûn a li Silopyayê pêk anî, bi rêya çapemeniyê weke ku PKK’ê pêk anîbe nîşan da. Artêşa TC’ê ya qirker bi zanabûn û rêxistinkirî pêşeng, welatparêz û hemû gelê hedef digire.

Em weke HPG’ê dê hesabên her cure êrîşên nemerdane yên dewleta tirk a faşîst, dîsa komkujî, îşkence û zextên li ser gel dikin bipirsîn. Li ser vê bingehê em di serî de sersaxiyê ji malbata birayên Servet û Diyar û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku dê bîranînên şehîdan bi bilindkirina têkoşîna xwe bidin jiyîn.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar